Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û Hevrêzkarê Girûpa Karê Derbider û Koçberan Ehmed Bekûra, şiroveyekê li ser amadekariyên karê Girûpê li pêş civîna Desteya Giştî ya Hevbendiyê, ya ku li baregeha Hikûmeta Demkî li gundewarê Helebê di xola xwe ya 69an de li dar ketiye, pêşkêş kir.
Û Bekûra behsa destpêkirina amadekarî û hevrêzkariya karê Girûpa Penaber û Derbideran û destnîşankirina endamên komîteyê li Sûriye, Tirkiye, Libnan û Iraqê kir, ji bo zêdetir rewşa penaberên Sûrî li wan dewletan bişopîne.
Û got ku Girûp dê kar li ser zêdekirina şopandina rewşa yasayî ya penaberên Sûrî û hêsankirina rêkarên rêvebirî û yasayî yên taybet bi wan bike, nemaze li Libnan û Tirkiyê û şopandina dozên taybet li welatên mêvandar, û çareseriyên guncav ji wan re pêşkêş bike.
Û bal kişand ser ku UNICEF dê li gel Libnanê kar ji bo piştgirîkirina xwendekarên Sûrî yên li wê derê bike, ji ber ku 200,000 xwendekar li Libnanê hene ji ber şert û mercên dijwar yên ku Sûrî li Libnanê têde dijîn dest ji xwendinê berdane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî