Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî D. Bedir Camûs, şiroveyek berfireh di civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî xola wê ya 69an de, ya ku li deverên rizgarkirî hatiye lidarketin, pêşkêş kir.
Û D.Bedir behsa pêşketinên dawî di piroseya siyasî de û bizavên danustandinê li Sûriyê kir, û têde tekez kir ku piroseya danustandinê tûşî rawestaneke demdirêj dibe, ji encama serhişkiya rijêmê û redkirina beşdariyê di her hewleke rasteqîn ya girêdayî piroseya siyasî de.
Û Serokê Desteyê amaje bi wê yekê kir ku Desteya Danûstandinê bi berdewamî hewl dide ku rola xwe ya danûstandinê li ser asta xwecihî, herêmî û navdewletî bihêztir bike û tekezî li ser pêwîstiya fişarê li Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî û Netewên Yekbûyî ji bo cîbicîkirina daxwiyaniya Cenêv1 û biryara 2254 kir.
Her wiha tekezî li ser pêwîstiya pirkirina karê ji bo ku dosya Sûrî li ser qada navdewletî kartêker bimîne kir û tekezî li ser daxwaza desteyê ku rûniştinek di Encûmena Ewlekariyê de li dar bikeve ji bo gotûbêjkirina bicîneanîna biryara 2254 piştî derbasbûna 8 salan ji derketina wê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî