Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra duh roja pêncşemê, bi hevaltiya şandeke Hevbendiya Niştimanî û Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Ebdilhekîm Elmisrî û encûmena Efrînê ya Xwecihî, avahiyên aborî yên ku nû ava bûne û yek ji wan bazara Elhal ya nû li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê ye şopand, û Şandeyê li gel encûmen giringiya hebûna bazarê li deverê gengeşe kir.
Û Şanda Hevbendiyê ji Endamên Hevbendiyê: Behcet Eletasî, Ebdilbasit Ebdilletîf, Ehmed Bekûra, Atif Zirêq, Mihemed ElXelef, Mihemed Elî Îsa, Mihemed Şêx Reşîd û Esed Elîto pêk dihat.
Û cîgirê Serokê Encûmen û endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Şêx Reşîd li ser giringiya pirojeya bazara Elhal ya nû li deverê axivî û tekez kir ku rûberê bazarê dighêje 50,000m2 û ew bazar ji 144 dikanên bazirganiyê pêk tê.
û bal kişand ser wê yekê ku di hundirê bazarê de beşekî rêvebirî û 25 dikanên xizmetguzariyê hene, her wiha mizgeft, tiwalêtên giştî, navenda polîs, hewşa barkirinê û geraceke parkirinê a têra 220 barhilgiran dike lê hene.
Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê pêngava avakirina navendên aborî yên nû li bajarê Efrînê da, ji ber ku dê bandoreke erênî li deverê bi giştî bike, di warê dabînkirina xwarinên sereke ji welatiyan re, belavkirina berhemên çandinî û pîşesazî û dabînkirina derfetên kar û xebatên Encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê deverê re bilind nirxand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî