Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferêt ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasît Ebdulletîf, rapora karê komîteyê li pêşiya Desteya Giştî di xola wê ya asayî a 67an de pêşkêş kir, û têde behsa rewşa herêma rojhilat û berdewamiya tawanan ji aliyê milîsên terorîst ên PYDe ve li dijî nişteciyên deverê kir.
Û Ebdulletîf rewşa pêşketinên vê dawiyê li rojhilatê Ferêt û liv û tevgerên ku hêzên hevpeyman û milîsên PYDe yên terorîst ji aliyekî ve pê radibin, û liv û tevgerên rijêmê û milîsên Îranê ji aliyê din ve berçav kir.
Û li ser pêşketinên meydanî li herdû deverên Elbûkemal û Elmeyadîn û gurkitina leşkerî li deverê axivî, û amaje bi wê yekê kir ku ji tirsa her operasyoneke leşkerî di navbera her du aliyan de, li herêmê ji 7 gundên rojhilatê Ferêt koçberbûnek mezin ji aliyê xelkê ve çêbû.
Û Ebdilletîf şiroveyek li ser tevaya binpêkirinên ku milîsên PYDe yên terorîstî li dijî sivîlan pêk anîne, yên ku di nav wan de girtin, îşkencekirin û leşkerkirina bi darê zorê heye, pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî