Hevrêzkara Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, rapora karê Ofîsê di civînên Desteya Giştî ên asayî yên xola 67an de pêşkêş kir.
Û Rehmûn çalakiyên Ofîsê di şopandina xebatên Hevbendiya Niştimanî de li deverên rizgarkirî û beşdarbûna di gerên meydanî û seredanan de bo deverên cuda û saziyên xizmetguzariyê berçav kirin.
Û li ser karê Ofîsê di rawestana li ser rewşa deverên rizgarkirî yên cuda û danasîna pêdawîstiyên nişteciyan û kêşe û zehmetiyên li pêşiya her deverekê axivî,
Û Beşdarbûna Ofîsê di şahî, konferans, cejnên fermî û mangirtinên nerazîbûnê û nûneratiya Hevbendiya Niştimanî di wan de pêşkêş kir, her wiha agahdarkirina beşdaran bi karê Hevbendiya Niştimanî û helwestên wê û dawîtirîn pêşhatên siyasî diyar kirin.
Û Rahmûn bal kişand ser karê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî di hevrêziya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî û hemû saziyên cîbicîkar û rêxistinên civaka sivîl û sendîka, yekîtî û komeleyên xwendekaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî