Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, raporta karê Ofîsê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên xola 65emîn de pêşkêş kir, û tê de behsa kar û çalakiyên Ofîsê û karê wê di herdû heyvên bûrî de kir.
Û Idrîs xebatên Ofîsa Karûbarên Penaberan di şopandina dosyayên penaberên Sûrî yên li curbecur dewletên penaberiyê berçav kirin, û behsa rewşa penaberan li dewletên penaberiyê kir, û amaje bi wê yekê kir ku li hin dewletan binpêkirinên mezin dermafê penaberên Sûrî bi taybetî li Libnanê pêk tên, û tekezî li ser pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî berpisyariyên xwe yên derbarê parastina penaberan hilgire û nehêle ku dijminkariyên dubare li ser wan pêk werin, nemaze biryarên ku ji aliyê desthilatan ve li dijî penaberan hatine derxistin, da wan neçar bikin ku vegerin deverên rijêmê, kir.
Û kiryarên ku xwendekarên Sûrî li Libnanê rastiyê tên şermezar kirin, yên ku bûn sedema rawestandina xwendina wan û bêparkirina wan ji yek ji mafên penaberan yê ku di yasa û peymanên navdewletî de diyar bûne, û cext kir ku vegerandina penaberan bi pêkanîna veguhêzeke siyasî û dabînkirina jîngeheke ewle û aram li welat ve girêdayî ye, û anî ziman ku penaberên Sûrî vegera bêyî çareseriyek siyasî ya aştî û ewlehiya wan garantî bike û maf û rûmeta wan biparêze red dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî