Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Idrîs, rapora karê du heyvên bûrî yê ofîsê pêşkêş kir, û têde behsa rewşa penaberên Sûrî li dewletên derdorê û dewletên penaberiyê kir, û hişyarî ji pêleke nû ya penaberan ji encama erdheja wêranker a ku di sibata bûrî de li Sûriyê û Tirkiyê xistibû da.
Û Idrîs behsa şert û mercên dijwar ên penaberên Sûrî li Libnanê kir, nemaze di warê bicîbûnê û xwendinê de, ji ber ku hîn kamp di demsala zivistanê de rastî bahozan tên, û rawestandina fêrkirina xwendekarên Sûrî di dibistanên Hikûmetê de.
Û Idrîs tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi lihevkirin û peymanên navdewletî yên taybet bi penaberan û nehêlana bikaranîna derdeseriyên penaberan weke kaxezeke siyasî kir, û cext kir ku biryarên taybet derbarê dosya Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, prensîpên danûstandina bi penaberên Sûrî re destnîşan kirine, ji ber ku vegera wan a ewle ya bi dilê wan bi mercê dabînkirina jîngeheke ewle û aram û pêkanîna veguhastina siyasî ya tam li welêt ve girêdaye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî