Tîmê Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê, diyar kir ku alîkariyên navdewletî yên ji bona sûriyan têne pêşkêşkirin û Rûsiya rijde li ser ku divê ew di riya rijêmê re derbas bibin, li kolan û di bazarên deverên di bin kontirola rijêma Esed de bo sivîlan tên firotin.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê gotin ku di dema bi dehên hezaran ji malbatên Sûrî li bakurê rojavayê Sûriyê derdeseriya kêmkirina alîkariyên mirovahî bi bihaneya hindikbûna piştgiriyê dikşînin, sepetên xwarinê li deverên di bin kontirola rijêmê de tên firotin, û nebûna tam ji tiştên ku Neteweyên Yekbûyî jêre dibêje prensîbên karê mirovî, û ya herî diyar bêalîbûn û ranewestana li rex çi alî.
Û Tîmê got ku ajansên navdewletî hîn piştgiriya berdewam bo rijêma Esed di riya saziyên bi ser ve wek Heyva Sor ya Sûrî û saziyên dîtir re pêşkêş dikin, di dema nebûna çavdêriya cidî ji hîla bexşînkar û ajansan ve derbarê mîkanîzma karê saziyan li deverên rijêmê.
Û Tîma Kar anî ziman ku karspartina taybet bi biryara 2585/3021 bo derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re, dê piştî çend rojan bidawî bibe, û pirsîn ku gelo ma Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî û Netewên Yekbûyî û Ajansên Navdewletî dê karibin kar li ser berdewamiya derbaskirina alîkariyan bo hewcedaran bikin, an doseya mirovahî dê dîl ê keysjêanîn û cenga Rûs bimîne.
Û berê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovahî bo malbatên hewcedar di riya dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovahî di xalên sînorî re kiribû, û Hevbendiyê cextî li ser pêwîstiya ku alîkariyên miriovahî di riya rijêma Esed re neyên şandin kiribû, ji ber ku ew wan alîkariyan bo pşitgiriya milîsên ku sûriyan dikujin bikar tîne, û dema alîkarî di riya wê re tên, di warê siyasî û mirovahî de sûdê jê werdigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî