Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nûnerê Encûmena Xwecihî yê bajarê Babê Heysem Elşihabî, pêşwaziya şandekî ji Encûmena êl û Hozên Sûrî bi Serokatiya Serokê Encûmen Cîhad Mirî kir.
Û di civînê de şêxên eşîrên herêmê û nûnerên rûsipî û malbat û şoreşger û têkoşeran amade bûn.
Û amadebûyan behsa rewşa deverê û astengî û dijwariyên ku rastî hemû niştecihên deverên rizgarkirî tên û pêwîstiya bilindkirina asta xizmetguzariyan kirin, her wiha dabînkirina ewlehî û aramiyê.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya hevrêzkarî û hevkariyê ji bo rûbirûbûna hemû aloziyan û hêsankirina zehmetiyan û çareserkirina arîşeyên dijwar, her weha pêşdebirina ketwarê deverên rizgarkirî, kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî