Hevrêzkarên Bersivdana Sûrî, ji Şandeya Navnetewî ya ku Cîgirê Hevrêzkarê Herêmî yê Mirovî bo Kêşeya Sûriyê David Cardin Serokatiya wê dike, xwest ku serdana deverên ku hêzên rijêma Esed û balefirên rusya topbaran dikin bike, û armanckirinên sivîlên deverê ji hêla herdû hêzan ve bişopîne.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê, gotin ku di dema Netewên Yekbûyî bi awayekî berdewam serdana kampên derbiderên ku ji ber binpêkirin û êrîşên rijêmê û Rusya ji mal û gundên xwe koçber bûne dikir, hêzên rijêmê û Rusya deverên nêzî cihê ku Şandeyên Navnetewî lê, yên ku tenê çend kîlomitran ji wan ve dûr in, armanc dikin.
Û Hevrêzên Bersivdanê tekez kirin ku êrîşên rijêma Esed di du rojên bûrî de bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan, zarok jî di nav wan de hebûn, bêyî ku çi helwestek ji Netewên Yekbûyî derbarê van êrîşan bê standin, yan jî wan aliyan bi awayekî rasterast berpirsyar bibîne.
Û Topxaneyên hêzên rijêma Esed bi tundî bajarê “Deret Izê” û bajarok û gundên (Kefer Nûran, Elqesir, Elwesata, Kefr Taal, Tiqad) li gundewarê Helebê armanc kirin, û di encamê de ciwanek li “Kafer Nûran” şehîd bû, û li deverên dîtir ên ku hatine armanckirin birîndar ketin, zarok jî di nav wan de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî