Heyva Sor ya Tirkiyê îro li Gundewarê Idlib Nexweşxanake meydanî ji 50 textî pêk tê û bi hemû alavan amadekirî ye çê kir.
Cîgirê Birêveberê Heyva Sor ya Tirkiyê Mîntiz Şîmşîk got ko”pêkanîna Nexweşxana meydanî li ser daxwaza doktorên Sûrî li Gundewarê Idlib bû, û me hemû pêdiviyên bijîşkî û turumbêlên gerek dabîn kirine da nexweşxane bi karûbarê xwe rabe.”
Mîntiz Şîmşîk diyar kir ko Nexweşxane ji 50 textî û Odeya Operasiyonan û Odeyên Guhdana Pir û îko û alavên wênekêşana laş û ji pêdiviyên taybet pêk tê.
Her wiha Şîmşîk diyar kir ko”ew her dê alîkariya Gelê Sûriyê bikin, destnîşan kir ko hêzên Esed herêmên Sûriyê bombebaran dikin bê ko li hebûna zarok û jinan bipirsin, evê yekê jî gelek qurbanî li pey xwe hiştine û hebûna vê nexweşxanê li ewan herêman giring e.”
Ji aliyê xwe ve berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit spasiya bizava Heyva Sor ya Tirkî kir ko alîkariya Gelê Sûriyê dikin û bi taybetî alîkariyên bijîşkî, her wiha Elmislit spasiya Komeleyên xêrxwaziyê û yên sivîl yên ko banga Sûriyan pêk anîn kir.
Elmislit tekez kir ko amanckirina Nexweşxanan bûye awayekî istiratîcî yê Rêjîmê wekû siyaseteke tawankarî rêbazkirî li hemû aliyên Sûriyê ji gava ko Şoreşê dest pê kiriye.
Jêder: Hevbendî+Acansa Anadol