Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoxe tekez kir ku Rûsya û Îran ” Mezintirîn Piştgir ji rejîma Esed re ne, û hewldana çareseriyê bi mercê mana Esed dikin, ev yek nayê pejirandin, û qet milletê Sûrî erê nakin”.
Xoce sedema sereke ji vegirtin û firehbûna rêxistina “Daiş” re vegerand derengiya hevalên milletê Sûrî di rûbirûbûna alava kuştinê ya ku ev 4 sal Sûryan diperçiqîne, û got:” sedema vegirtin û firehbûna Daişê ew e, nedana sarûx û çekên pêşketî yên gerek bo şoreşgeran da di riwê hêzên Esed de bisekinin “.
Di hevdîtina bi rojnameya “Star” ya Tirkî re diyar kir ” Rejîma Esed jî hêza wî nemaye ku karibe dest deyne ser Sûryayê, hêza wî tenê di çekên asîmanî de ye, lê di meydanê de piştgermiyê bi Efxan û Pakistaniyan û jibilî wan jî dike”.
Serokê Hevbendiyê duh di yekem kongirê rojnamegerî de piştî serokatiya xwe gotibû:” Em diyalogê bi hemû aliyên Hevrikiya Sûrî re dikin, lê diyalog di navbera me û rejîma Esed de wê tune be eger ne li ser veguheztina siyasî a desthilatê be, ji derveyî vê çarçoveyê rûniştin pê re nabe”.
Jêder: Hevbendî