Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, daxwiyaniya ku Netewên Yekgirtî duh Yekşemê piştî komkujiya ku hêzên Esed û Rusiya dermafê derbiderên kampên li rojavayê Idlibê pêk anîne, şermezar kir.
Û Rehmê got: “Netewên Yekbûyî berdewam e di nixwimandina tawanên ku rijêma Esed û Rusya dermafê sivîlên Sûriyê bêk anîne”, û tevî ku hûrgiliyên tawanên kampa Maram li rojavayê Idlibê eşkere ne, lê Netewên Yekbûyî di daxwiyaniya xwe de amaje bi aliyê ku pêk aniye nekiriye.
Û got: “Di dema ku bombeyên goşeyî bi ser serê derbiderên kampan de dibarin, daxwiyaniya Netewên Yekgirtî hûrgilîyên tawanê vedişêre, û cellad û qurbanî mîna hev digre, û careka dî tenê diltengiya xwe diyar dike.”
Û Rehmê bal kişand ser bêdengiya Netewên Yekgirtî hember armanckirina bimebest a rijêma Esed û Rusiya ji kampên ku ji aliyê Rêkxistinên Mirovî ve tên piştgirîkirin re, sextekirina rastiyan e û rawestana li kêleka rijêma Esed ya tawankar e û dûrî bêalîbûna ku tê xwestin e.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê bang li Netewên Yekgirtî kir ku bi awayekî cidî û dadane bi dosyaya Sûriyê re bide û bistîne, û kar li ser pêngavên ji bo pêkanîna dadpirsînê bike, li gel şermezarkirina tawankar bi awayekî yekser, ne tenê derbirîna dilgiraniya xwe hember tawanên cengê diyar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî