Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî bi erênî li “bizavên Qahîre nerî bo çêkirina dîtineke hevbeş û rêkeftin li ser hebe di navbera piraniya hêzên şoreşger yên rikber ji rêjîma Esed re”, û Elmislit tekezî li ser “rola giring ya Misrê kir bo piştgiriya Şoreşa Gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rûmet û azadiyê “.
Elmislit tekez kir ku hîç vexwendinek fermî negihiştiye Hevbendiya Niştimanî bo amadebûna Hevdîtina Qahîre, herwiha da zanîn ku di dema her endamekî Hevbendiyê tevlî Hevdîtinê bibe wê bitenê derbirîna kesayetiya xwe bike, û ne nûnerîtiya Hevbendiyê dike”.
Îro Elmislit di daxuyaniya xwe de amaje kir ku “Hevbendî bi Desteya Hemahengiya Niştimanî re gihişt bû yadnameyeka têgihiştinê û reşnivîsa belgenameyekê bo nîgarkirina nexşeriyekê bo çareseriya siyasî di Sûriya de, bo pêkanîna daxwazên şoreşê bi ladana Bişar Elesed ji desthilatê û encamdana guhertinek bineretî di sîstema siyasî de bo avakirina dewleteka Sivîl ya ferealî”.
Elmislit got ku “pêkhateyên opozisiyona sûrî li ser heman nêrîn û armancan yên bizava pêkanîna wan dikin rêkeftî ne, lê bitenê dibe aliyên opozisiyonê ciyawaz bin di şêwazên pêkanîna armancan de”, û balkişand ku “piştgiriya Civaka Navdewletî ji vê nêrînê re wê bibe fakterê neçarkirina rêjîma Esed bo xwetawandina ji çareseriya Siyasî re”.
Herwiha berdevkê Hevbendiyê daxwaz ji Komkara Erebî kir ku “pêwîst e komkara Erebî pabend be bi rola xwe di çavdêrîkirin û piştgiriya her civîneka hêzên şoreşê û opozisyona Sûrî de, bo gengeşe û dîtina rêkarên aktîvkirina biryarên Komkara Erebî û Netewên Yekgirtî û pêkanîna daxuyaniya Jinêf û dubare destpêkirina danûstandin ji xala danûstandin lê hatîn rawestandin”.
Herwiha Elmislit her girêdanek di navbera şoreşa Sûrî û di rêxistinên terorîst de ret kir û dazanîn ku ew rêxistin ji aliyê rêjîma Esed hatîn xudankirin û derfet bo wan hat dan heta ku berferh û bihêz bûn”, û di heman demê de helwêstên weha bi helwêstin neheseng dan zanîn û diyar kir kir ku helwêstên wiha bi hîç şêweyekî xizmeta Careseriya ku miletê sûriyê jê razî be nakin “.
Elmislit di dawiya daxuyaniya xwe de bi tekûzî pabendbûna Hevbendiyê nû kir bi “piransîp û armancên Şoreşa Sûriyê yên ji aliyê milet hatîn destnîşan kirin û me di maweyê çar salên bûrî de pêgirî bi wan kirine”, û tekez kir ku ne ji mafê Hevbendiyê ye destberdan yan yariyê bi wan daxwazan bike û got “li hember qurbaniyên mezin yên miletê Sûrî dayîn pêdiviye em bi awayekî mezintir kar û bizavê bikin bo dabînkirina daxwazên milet bo bidawîkirina serdemê stemkarî û zordestiyê û bidestanîna azadî û rûmet û demokrasiyê”.
Jêder: Hevbendî