Hevrêzkarê giştî yê Desteya Bilind Ya Danûstandinan Riyad Hicab, tekez kir ku pêwîste berdewamiya pirosêsa siyasî girêdayî cîbecîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê be, bê şert û merc û di zûtirîn dem de, û bi taybetî yên ku derdeseriya miletê Sûriyê û tundûtûjiyê radiwestînin, û vekirina dorpêçê û gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar, û berdana girtiyan, û rawestandina cîbecîkirina hukmê darvekirinê û rêşûnên tund yên ku rêjîma Esed di mafê sivîlan de bikar tîne .
Û di dema beşdarbûna şandekê ji desteya bilind ya danûstandinan de bi hazirbûna Hicab,di civîna bi girûpa dostên Sûriyayê re, duh duşembê li Parîs paytexta Ferensayê, bi vexwendinekê ji wezîrê derve yê Ferensa, Hicab bi xurtî tekezî li ser pêwîstiya karkirina Netewên Yekbûyî ji bo istiratîciyek nû kir, ku pirosêsa aşîtiyê bi pêşve bibe, di riya karkirina bi siyasetek xurttir derbarê binpêkirinên ku rêjîma Esed û hevalbendên wî pêk tînin.
Û Hicab hişyarî derbarê gurkirina dawî da, ku wê encamin meydanî û mirovî yên metirsîdar ji vê gurkirinê re hebin, û got ku bumbebarana bi tewşî qeyrana penaberiyê li dewletên cîran çêdike, û bal kişand ser têkçûna rewşa mirovî li bajarê Helebê û hemû parêzgehên Sûrî ji ber bumbebarana asîmanî û ya bi topan li ser navçeyên niştecîkirî, û bang li civaka navdewletî kir da ku pirosêsên dijminkariyê û binpêkirinên metirsîdar yên ku Rêjîm û hevalbendên wê di mafê sivîlan de li parêzgehên Sûriyê yên corbecor pêk tînin rawestîne.
Her weha hişyarî der barê rewşên mirovî yên metirsîdar li piraniya bajarên Sûrî da, û bi taybetî bajarê Helebê , yê ku Rêjîmê û hevalbendên wê di wan rojên dawî de komelkujiyên tirsnak li wir pêk anîn, û nîşan da,bi armancin nediyar ji bo gurkirina karên dijminkariyê, di riya komkirina hejmarek mestir ji mîlîşiyên tayfeperest û girûpên kurtêlxwer, ji bo piştgiriya hêzên Rêjîmê di helmeta wî ya bixwîn de li ser bajêr bikin.
Û tekez kir ku binpêkirinên metirsîdar yên Rêjîmê û hevalbendên wê ji agirbestê re, ya ku tu hebûna wê ya cedi li ser erdê nemaye, tekez dike ku ew kar dikin ji bo têkbirina pirosêsa siyasî , û bazdana ji encamên wê pirosêsê, û bang li civaka navdewletî kir ku kar ji bo rawestandina derdeseriya miletê Sûriyê bike, di riya vekirina dorpêçê ji ser bajar û navçeyîn dorpêçkirî,û alîkariya Acansên Mirovahî bike ji bo gihandina alîkariyan ji her kesê ku bi wan hewcedar in, û berdana hemî girtiyan, û rawestandina bumbebarana asîmanî û ya bi topan, û her weha rawestandina êrîşên li dijî sivîlan û armancên sivîl, û rawestandina koçberiya bi kotekî, û rawestandina cîbecîkirina hukmê darvekirinê, li gorî madeyên 12û 13û 14 ji biryara Encûmena Ewlekariyê 2254/2015.
Jêder: Hevbendî