Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, daxuyaniyên şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestira yên derbarê hewlên wî ji bo berhevkirina şanda opozisyona Sûrî ji aliyê wî bi xwe ve rexne kirin, û li şûna wê Hicab daxwaza destnîşankirina ajindeya danustandinan jê kir.
Hicab li roja çarşemê li ser Tiwîterê got ku “destnîşankirina şanda opozisyona Sûriyê ne ji karê Dî Mestora ye”, û got ku “destnîşankirina lîsteya karê danustandinan li gor daxuyaniya Jinêv ew giringtirîn tişt e ku pêwîst e Dî Mestora li ser bixebit e”.
Tê zanîn ku şanderê navdewletî di civîneka encûmena asayîşê ya girtî de, dema danustandinên Jinêvê ji 8’ê reşemehê paşxist bo 20´ê heman heyvê, û berdevkê Desteya Bilind Ya Danustandinan Salim Elmislit gotibû ku “paşxistina danustandinan ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye, û ne jî ji ber amadekariya şanda danustaninan e”, û dît ku ev yek “hat li ser daxwaza hevalbendên Rijêmê”.
Û yekser piştî bidawîhatina civîna girtî ya encûmena asayîşa navdewletî ya duhî roja sêşemê hatibû lidarxistin, şanderê navdewletî di kongirekî de got “li dema ku opozisyon navên şanda xwe ya hevbeş heta 8 reşemehê destnîşan bike, ew bi xwe wê bi vê yekê rabe…ligor biryara 2254, û got ku ji mafê min e ez bi xwe hejmareka mezin ji nûnertiya (hêzên opozisyonê) destnîşan bikim, tevî gerantiya beşdariya jinê, ku bi awayekî pêwîst nûnertiya wan peyda nebûye”.
Herwiha li ser paşxistina gera nû ya danustandinên Jinêvê bo 20 heman heyva reşemehê got: “ligor gengeşeyên min ligel sikirtêrê giştî yê NY, min daxwaza paşxistina danustandinan bo 20 reşemehê ji encûmena asayîşê kir”.
Û kiryarên koçbarkirina neçarî ya xelkê Sûriyê ya ji bo peydakirina guhertinek demografîk li ser destê Rijêmê û milîsên alîgirên wê berdewam in, ku dumahîk kiryara koçbarkirina xelkê navçeya Wadî Bereda bû, ya hatî bi sedema oparesyina leşkerî ya berfireh ya ku ji aliyê şanderê navdewletî Dî Mestora hat paşguhxistin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî