Çalakvanan ji bajarê Idlibê gotin ku berbanga îro çarşembê çend derb li avahiya Heyva sor ketin, bi sedema êrîşa asmanî ko tê texmînkirin ku bi firokên rêjîmê yên cengê bû, di encamê de xwebexşek û serokê şax Mamûn Xerbût birîndar bûn.
Her weha êrîş bû sedema wêraniya para jorîn ji avahiyê, û têkçûna çend ambulansên ji bo operasiyona hawarçûnê bûn. û tîmên berevaniya sivîl agir vemirandin, û kesên birîndar birin nexweşxanên meydanî li bajarê Idlibê.
Hêzên rêjîmê berdewam peymana agirbestê ya ko ji 31 çilê pêşî ya buhirî ketiye cîbicîkirinê de binpê dikin, û di meha yekê tenê de 911 caran rêjîmê û milîtanên Îranî yên hevalbendên wê agirbest binpê kiriye.
Firokên rêjîmê û Rûsya navenda avahiya Navenda Heyva sor ya rojhilatê Eroma mezin di 19.09.2016an bi awayekî serekî bombebaran kirin, di encamê de serokê birêveberiyê Omer Berekat û 12 karkerên hawarhatinê şehîd ketin, û karwanekî hawarhatinê yê navnetewî ko diçûn sivîlên dorpêçkirî li bajarê Helebê rizgar bikin wêran kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Beledî Niyûz