Hevrêzkarê giştî yê desteya bala ya danûstandinan Riyad Hicab daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bi rola xwe ya rawestandina kuştarên ko Rêjîm û hevalbendên wê dikin rabe û fişarê bidine ser Rûsya ji bo kirdeyên xwe yên dijminkariyê rawestîne û hêza xwe ya leşkerî ko siyasta xaka sotandinî bikar tîne rawestîne.
Di hevdîtina digel wezîrê derve yê Firensî Can Mark Îrolt, roja yekşembê, li paytexta Qeterê Dewha, Hicab tekez kir ko tiştê Rûsya û Îran dikin, tawankariyên cengê û yên lidijî mirovantiyê ne.
Herdu aliyan kirdeyên leşkerî yên Rûsya û Rêjîma Esed lidijî sivîlan dikin û bi taybetî li Helebê ko rewş lê bûye bobelat piştî ko hemû nexweşxane ji kar derketine gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de çawaniya rakirina dorpêça ko hêzên rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest yên bi ser Îranê ve li ser bajar û bajarokên Sûriyê feriz dikin hat behskirin, û gotin ku giring e guh bidin hişyariyên navdewletî çimkî bi sedema kêmbûma xwarinê dê jinêzamirin çêbibe.
Hicab tekez kir ko giring e yasaya sizakirinê aktîv bibe, tako ji sizayê neyêne rizgarkirin. Daxwaz kir ko biryareke ku pabendeya pê ferz be derkeve di rêya Komelgeha Netewên Yekbûyî, piştî ko Rûsya hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê pênc caran bi bikaranîna Vîtoyê têk dan.
Hevrêzkarê giştî yê desteya bilind ya danûstandinan di hevdîtinê de bal kêşand ser ko aştî di hebûna Beşar de pêk nayê, çi di qonaxa demkî de an di paşeroja Sûriyê de be.
Hicab bizava mezin ya ko Artêşa Azad di şerê lidijî tirorê dike bilind nirxand, û destnîşan kir ko sedemên sereke ji hebûna vê Rêkxistinê re Rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest yên ko piştgiriya rêkxistinên tundrew dikin.
Di dûmahiya hevdîtinê de Hicab spasiya wezîrê derve yê Firensî kir, li ser helwestên welatê wî yên ko piştgiriya miletê Sûrî û daxwazên wî yên rewa dikin, her weha ji bo karê Firensa di aliyên mirovî û siyasî de, û hêvî kir ko rola Ewropî ya kêrhatî di sizakirina Rêjîmê û hevalbendên wê de hebe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî