Hevrêzkarê Giştî yê Desteya Bala ya Danûstandinan Riyad Hicab, bi nameyekê hişyarî da Wezîrên koma Navdewletî ya ji bo piştgiriya Sûriyê, da hewldanên Rêjîmê yên guherandina dîmografî li hin bajar û bajarokan rawestîne.
Hicab di nameya xwe de da xuyakirin ko “planek metirsîdar li ser xakê dest pê kiriye, û li ber çavan diyar e, ew jî mijara guherandina dîmografî û koçkirina kotekî ye li hin bajar û bajarok û gundan li Dareya, Mi’edemiyê li Gundewarê Şamê û li Taxa We’ir li Humsê û hin cihên din, û ew bi xwe di herêmên Agirbestê de ne, ya ko Netewên Yekbûyî bi xwe ji bo wê navgîn bû”
Hicab ronahî de ser şêweyên Rêjîmê û hevalbendên wê di koçberkirina sivîlan de û got: “koçberkirina xelkên Dareya bi kotekî piştî dorpêçkirineke dûrdirêj û bombebaraneke ko hemû cûreyên çekan bikar hatin, ji nav wan jî Napalm, û hişt ko xelkên bajêr wek ko nav lê dibe Agirbesta Xwecihî bipejirînin, û Rêjîmê ew wek dergeh ji pêkanîna evê planê re bikar anî. Bal kêşand ser ko li taxa Elwe’ir li Humsê jî dubare dibe, û Tax rastî operasiyoneke leşkerî ya bêhempa hatiye, ji girseyine hêzên Îranî, Rûsî û Milîtanên mezhebî yên ko Taxê dorpêç dikin û bombebaran û wêraniyeke rêbazkirî dikin, tako niştecihên mayî ji desthilanîn bikevin û bi kotekî koçber bibin.”
Û destnîşankir ko di evê mehê de hemû niştecihên taxa Qezhil li Gundewarê Hums yê Bakur koçber kirin û mal û milkên xelkê hemû birin, piştî ko ew ji malên wan der kirin.
Hicab di nameya xwe de ya ko ji Wezîran re şand, pabendnebûna Rêjîma Esed bi biryarên Netewên Yekbûyî yên ji bo yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê û bi taybetî biryarên 2254/2015 û ya 2068/2016 tiştekî kirêt dît. Û bal kêşand ser “Rêjîmê û hevalbendên wê Rûsya û Îran bi taybetî, yên bi planeke kirêt û guherîneke dîmugrafî ya mezin radibin, ko gefê li yekîtiya xaka Sûriyê dike.”
Hicab tekez kir ko ew dê “milmilane û şerekî xwîndar ê dûrdirêj gûr bike, û dê tundî jî xurtir bibe, û hem jî wê xelk bêtir ber bi Ewropa ve biçin. Ji bil wisa jî dê operasiyona siyasî û biryara rawestandina kirdeyên dijminkarî jî hilweşe.”
Di dûmahiya nameya xwe de Hevrêzkarê Giştî yê Desteya Bala ya Danûstandinan, daxwaz ji Wezîran kir ko derbarê evê mijarê tevgerke lezgîn bikin, û fişarê bidine ser Esed û hevalbendên wî Rûsya û Îran, tako biryarên Netewên Yekbûyî pêk bînin, da veguhêza siyasî li gora biryarên Encûmena Ewlekariyê bi taybetî yên 2254 û 2118 bicî bikin.
Tê zanîn ko desteya bala ya danûstandinan doh nameyek ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon re şand, tê de hişyarî da ye ji operasiyona koçberkirin û guherandina dîmugrafî ya ko Rêjîma Esed pê rabûye û Netewên Yekbûyî ji ewan operasiyonan re wek sîwanekê bikar aniye.
Jêder: Hevbendî