Rêxerê giştî yê Desteya Bilind Ya Danustandinan Riyad Hicab, daxwaz ji hikûmeta Firensa kir ji bo berdewamkirina bizavên xwe yên ji bo piştevaniya gelê Sûriyê di korbendên navdewletî de, û tekezî li ser giringiya dîtina mîkanizmên din yên karibin tundutîjiyê ne bi rêka encûmena asayîşa navdewletî rawestînin piştî ku Rûsiya biryarên wê pûç kiriye.
Ev yek duhî roja duşemê di peywendiyeke telefûnî di navbera Hîcab û wezîrê derve yê Firensa Can Mark Îrolit de hat, di miyanê bizavên navdewletî yên dibin ji bo rewşa Sûriyê de.
Hîcab cext kir ku hêjî Rûsiya pêdagiriyê li ser helwesta xwe û hevpariya rêjîma Esed di kuştina xelkên Sûriyê de dike, û bal kişand li ser pêwîstiya dadgehkirina berpirsên binpêkirinan kir yên ji rêjîma Esed û hevalbendên wê yên tawanan pêktînin di derheqê gelê Sûriyê de û pêwîst e bêne sizakirn.
Hêjayê gotinê ye ku nûnerê Rûsiya di êvariya roja şembiya bûrî de, ‘Vîto” bikaranî li dijî pirojebiryareka Firinsa- Ispaniya, tevî piştgiriya neh dewletan ji binyatê 15 dewletan, ku ew biryar ji bo rê bête girtin li pêş firokên şer li ser bombebarankirina Helebê, û neçarkirina hemû aliyan li ser vekirina dergeh û derwazan li pêş alîkariyên mirovî.
Hicab ji aliyê xwe ve û li ser helwesta Firensa û bizavên wê yên ji bo bidawîkirina derdeseriya mirovî di Sûriyê de û nemaze ya di bajarê Helebê de û bi dawîkirina dorpêçkirina bajaran û derbaskirina alîkariyên mirovî û dîtina çareseriyek dadmend ji kêşeya Sûriyê re, Hicab sipasiya wezîrê derve yê Firensa kir.
Desteya Bilind di daxuyaniya xwe de got ku “gelê Sûriyê wê bêşermiya Rûsiya ji bîr neke piştî bikaranîna nûnerê wê bitenê “‘Vîto” li dijî pirojebiryara Firensa, ku ev yek bi derbasbûna salan wê neyê ji bîr kirin û herwiha ku ev yek karekî xirab e di dîroka encûmena asayîşa navdewletî de ku dewletek sereke pirojebiryarekê ji bo parastina xwîna sivîlên bêguneh pûç bike “
Jêder: Hevbendî