Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, tekez kir ku rêjîm û hevalbendên wê hewla têkşikandina piroseya siyasî didin, û herwiha ji maf û erkên der barê wê direvin, bi rêka encamdana binpêkirinên metrsîdar û binpêkirina agirbestê, û Hicab daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo bidawîkirina tirajîdiya gelê Sûriyê ligor biryara encûmena ewlehiyê û xalên 12 û 13 û 14 ji biryara 2254 ya sala 2015.
Ev gotinên Hicab hatin di pêwendiyên wî de yên di mawê du rojên bûrî de digel heryek ji wezîrê derve yê Si’ûdiyê Adil Elcibêr, û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oglo, û wezîrê derve yê Qaterê Elşêx Mihemed kurê Ebdulrehman Alsanî, û wezîrê derve yê Firensa Can Marik Îlirît, û wezîrê derve yê Birêtaniya Fîlîb Hamond, û wezîrê derve yê Almaniya Falter Şitayinmayar, û wezîrê derve yê Nerwêjê Borc Birînde re, ligor daxuyaniya nivîsîngeha rojnamevanî ya Desteya Bilind ya roja çarşemê hatî belavkirin.
Hicab bal kişand ku rakirina azar û derdeseriyan ji ser miletê Sûriyê bi rêka rakirina dorpêçkirina li ser bajar û navçeyên dorpêçkirî tê, û rakirina astengiyên li pêş dezgehên mirovî bo gihandina alîkariyan bo sercem xelkê hewcedar, û serbestberdana hemû girtiyan, û rawestandina oparisyonên bombebarankirina esmanî û ya zemînî û rawestandina êrîşan li dijî sivîl û armancên sivîl, û rawestandina kiryarên koçberkirina neçarî, û rawestandina bicihkirina kiryarên bidarvekirinê.
Herwiha Hicab hişyarî da li ser metrsiya rewşa mirovî li gelek parêzgehan û nemaze li Helebê ku rêjîmê û hevalbendên xwe di çend rojên derbasbûyî de bi encamdana çendîn kuştarên hovane rabûn, hevdem bal kişand li ser niyazên rêjîmê yên xirab bi gurkirina kiryarên dijminkarî bi rêka komkirina gelek mîlîşeya û çeteyên tayîfeperist yên ji bo piştgirîkirina hêzên Esed di oparisyona çaverêkirî de li ser bajarê Helebê.
Û Hicab hişyarî da ku wê encamên meydanî û yên mirovî yên metirsîdar hebin, ji her gurkirineke serbazî ji aliyê rêjîmê ve, ku tê pêşbînîkirin ku kiryarên dijminkarî wê bibin fakterê koçbarkirina bi sedhezaran xelkê Sûriyê ber bi dewletên Cîran û ber bi siwarbûna pêlên deryayan ve ji bona dîtina penagehekî aram piştî ku nema welatên cîran dikarin penaberên zêdetir bihewînin.
Herwiha li ser rewşa kuştarên hovane û gurkirina leşkerî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê; Hicab daxwaza lidarxistina civînek awarete ji girûpa dostên Sûriyê re kir, bi armanca kontrolkirina vê qeyranê û rawestandina vê êrîş û dijminkariyê li ser gelê Sûriyê, hevdem rêjîm û hevalbendên wê xist dibin barê pabendiya bi biryarên navdewletî de û rawestabdina binpêkirinên mezin yên di derheqê gelê Sûriyê de dibin.
Jêder: Hevbendî