Hevrêzkarê giştî yê Desteya Bilind Ya Danûstandinan Riyad Hicab doh sêşembê êvarî li Dewhayê paytexta Qeterê bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oxlo re civiya. gotûbêj li ser rewşa herêmê û pêşveçûnên bûyeran li meydana Sûriyê bû, Hîcab razîbûna xwe ji helwesta Tirkiyê ya piştgiriya yekîtiya xaka Sûriyê her weha ji bizava wê di şerê dijî tiroristiyê de diyar kir.
Herdu aliyan li ser gieingiya rawestandina êrîşên rêjîmê û hevalbenên wê li ser bajarê Helebê lihev kirin, Heleba ku pir derdên mirovî yên giran dikêşîne ji encama berdewamiya zêdegaviyên ko Rûsî û Îranî û Milîtanên bi ser wan ve dikin.
Û di gotûbêja li ser operasiyonên çavrêkirî li bakurê rojhilatê Sûriyê, Hicab got ku giring e palpêdan li ser Artêşa Sûrî ya azad bibe, çimkî ew hêza bingehîn li herêmê ye û alayên sereke di nav de şer dikin.
Her wiha Hicab tekezî kir li ser bijardeya Desteyê ya pêrabûnanên yasayî li dijî kesên tawankarî di derheqê miletê Sûrî de kirine, û dabînkirina ko ji sizayê rizgar nebin, her weha giringiya aktîvkirina diblomasiyeta navdewletî û berê xwe bidin komeleya Netewên Yekbûyî û cihên fermî yên din, da zêdegaviyên Rûsya û Îranê pirotesto bikin û sizayên bêtir li ser wan deynin.
Hevrêzkarê giştî yê Desteya Bilind, tûrebûna xwe ji gotina wzîrê berevaniya Rûsya ya doh diyar kir ya li ser “paşxistina axaftina li ser çareserkirina siyasî heta demeke nediyar” ya di heman dema axaftina milîtanên Heşida Şeebî ya Îraqî bû, ko dixwazin operasiyonên xwe bi bal Sûriyê de fireh bikin, û tekez kir ko giring e Civaka Navdewletî bilive da tawankarî û zêdegaviyên ko di derheqê miletê Sûrî de dibin rawestînin.
Jêder: Hevbendî