Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Enes Elebide, di çavpêktinekê de ligel Stîvan Dî Mostora li Jinêvê, tekez kir ku komelgehên sivîlan li taxên rojava yên Heleb yên di bin destê rijêma Esed de nehatine armanckirina ji aliyê artêşa azad. Ku serokê Hevbendiyê ligel şandeyekê bo heyamê du rojan çûbûn serdana Siwêsra, û ligel heryek ji wezîrê dewletê yê karubarê derve, Îv Rosiyê, û berpirsên komîteya Xaça Sor ya navdewletî û her weha ligel rêveberê navenda Jinêv ya siyasetên ewlekariyê û sikirtêrê giştî yê Dêrên Cîhanê kom bibûn.
El’ebide di hevdîtina xwe ya ligel Dî Mestora de got ku artêşa azad bitenê wargehên hêzên Rijêmê û milîsên Heşid Elşe’ibî yên palpiştên Îranê armanc dike, û cext li ser wê yekê kir ku şoreşger haydarên saxî û aramiya sivîlan in, û bitenê ew pêgehên serbazî armanc dikin.
Herwiha pêwendiyên artêşa azad bi bombebarankirina xwendingehan li her cihekî red kir, û daxwaza vekirina doseyeka lêkolînê der barê bombebarankirina navendên zindî mîna nexweşxane û xwendingeh û bazaran kir, herwiha daxwaz ji NY kir ku helwestên tund li hember encamên lêkolînan bigire.
Ele’bide bal kişand li ser giringiya wê yekê ku pêwîst e zanyarîyên NY û daxuyaniyên berpirsên wê li ser binyatê lêkolînek pîşeyî ya pisporî be, ku têde berpirsyarên bombebarankirinê bêne destnîşankirin, û bal kişand ser ku hêjî dem heye bo şanderê navdewletî bo encamdana lêkolînek navdewletî bo diyarkirina wirdekariyên vê bûyerê.
Û şandeya Hevbendiyê raportek taybet radest kir der barê rewşa navçeyên dorpêçkirî û koçberkirina neçarî ya li ser destê Rijêmê û hevalvendên wê, ya bi navê agirbestên xwecihî dibe, û rijêma Esed koçberkirina bihezaran xelkê Sûriyê ji cihên wan ên resen bikar tîne ji bo berjewendiya dagîrkariya Îranê û bicihkirina milîsên Heşid Elşe’bî.
Jêder: Hevbendî