Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, dît ku cîbicîkirina desthilatên Libnanê bi hevrêziya li gel rijêma Esed ji helmetên vegerandina penaberên Sûrî yên li ser xaka Libnanê dijîn re, binpêkirineke beloq e ji yasaya navdewletî û nirxên mirovahiyê re.
Û Rêvebiriya Belgekirinê di daxwiyaniya xwe de got ku piroseya vegerandina penaberên Sûrî yên li Libnanê dijîn berve deverên di bin kontirola rijêma Esed de, di gewherê xwe de tê wateya ku ew yê qurbanî radestî tawankar dikin, û yên wî karî dikin pê dizanin ku çarenivîseke xirab li pêşiya wan penaberan heye, di riya bidarvekirin, girtin, windakirin û binçavkirinê re.
Û daxwiyaniyê got ku çênabe ev helmetên pêk tên weke vegera ji def xwe ve bên dîtin, li gorî gotegotên desthilatên Libnanê yên ku fişaran li penaberan dikin, û daxwiyaniya Saziya Lêborînê ya Navdewletî yaku di cotmeha 2022an de derketiye van fişaran tekez dike.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku di rewşa ku niha Sûriya têre derbas dibe de, nemaze li deverên di bin kontirola rijêma tawanbar de, kêmtirîn daxwazên vegera ewle û ji def xwe ve peyda nabin, û biryar û raporên navdewletî yên derketine vê mijarê tekez dikin, û dawîtirîn biryar ya Encûmena Mafên Mirovan bû, yaku di xola wê ya 51emîn de ya di cotmeha 2022an de li dar ketiye de biryar pê hatiye dan, her weha rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya têkildarî Sûriyê ya di heyva êlona 2022an de derketiye, û dîtiye ku desthilatên rijêma Esed jîngeheke ewle û aram bo vegera penaberan ya ku rûmeta wan biparêze dabîn nekiriye.
Û Daxwiyaniyê tekez kir ku kiryarên ji aliyê desthilatên Libnanî ve têne kirin, binpêkirinek mezin e ji gelek rêkeftin û peymanên navdewletî re, yên ku rê nadin dewletan ku penaberan biqewitînin an vegerînin cihên ku jiyan an azadiya wan lê di bin metirsiyê de be, wek mînak Peymana 1951ê ya têkildarî rewşa penaberan, û belgeya dawî ya Konferansê Netewên Yekbûyî ya 1954, û daxwiyaniya Netewên Yekbûyî derbarê penaberiya herêmî ya sala 1967.
Û Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan bang li desthilatdarên Libnanî kir ku rêzê li erkên xwe yên navdewletî bigirin, û helmetên vegerandina penaberên Sûrî bo deverên rijêma tawankar rawestînin, ji ber metirsiyên mezin yên ku çarenivîsa wan dixe bin gefê de, û daxwaza desttêwerdaneke bi lez ji civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kir, bi taybetî ji Komîseriya Bilind a Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan, ji bo rawestandina vê helmetê û rizgarkirina jiyana bêgunehan ji çarenivîseke ne diyar ya ku li pêşiya wan e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî