Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hevkariya Encûmenên Xwecihî, îro, biryara bihayê tûrê nên li deverên rizgarkirî derxist, li gorî şîretên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî.
Û Rêvebiriya Giştî ya Saziya Dexl û Dan bihayê kîsekî nan yê ji 9 nann pêk tê û giraniya wê (775) gm e, bi 1 leyreya tirkî destnîşan kir, û ev biryar piştî civînekê di navbera berpirsên deverê û Encûmenên Xwecihî û Saziya Dexl û Dan derket.
Û ev gava nû ji aliyê Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve li gorî xwendina mesrefa lê diçe hat, yaku Kargeha Giştî ya aşan û rêvebirê Kampaniya Giştî ya Firneyan pêşinyar kiribû.
Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî berê jî biryara bihakirina genim ji cotkaran re derxist, ta ku nirxê wê ji yê Hikûmeta rêjîma Esed û û Milîşeyên PYDe bihatir be. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî