Hikûmeta Sûrî ya Demkî, raporeke hûrbîn li ser karê Hikûmetê di herdû heyvên dawîn de li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya xola normal a 58an pêşkêş kir.
Û raporê giringtirîn karên ku Wezaret û Saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî pê rabûne û biryarên ku di warê tenduristî û fêrkirinê û yên girêdayî rewşa ewlehî û debara jiyanê ragihandine berçav kirin, ew jî li gor pilaneke girêdayî pêşhatên ketwarê Sûriyê birêve çûn.
Û raporê civatên karê fermî û gerên meydanî li ser Encumenên Xwecihî û çalakiyên şoreşgerî li deverên rizgarkirî berçav kirin.
Û raporê pesnê rola tevaya aliyên beşdarî di misogerkirina vegera xelkê Efrînê bo mal û zeviyên wan da, û tekez kir ku ev kar dê malbatên din jî han bide ku vegerin malên xwe, û daxwaza pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriyên mirovahî bo nişteciyên Efrînê kir.
Û şiroveyek li ser karê Wezareta Bergiriyê û Wezareta Navxwe di warê çakkirina rewşa ewlehî û têkbirina piraniya operasyonên teroristî yên ku sivîlan armanc dikin û nahêlin ku aramî li deverên rizgarkirî çêbibe hate pêşkêşkirin.
Û raporê tekez kir ku Wezareta Tenduristî karîbû hejmarek ji nexweşxaneyan amade bike, û pirosesa pêşkêşkirina veksîna covid 19 bişopîne, û rola piştevanî û sponserî û pilankirinê derbarê rêjeya nişteciyên ku divê bên veksînkirin û cureya veksînê û mîkanîzma kar bi awayekî giştî bir.
Û li ser asta fêrkirinê raporê karê mezin ê ku Hikûmet bo çakkirina ketwarê fêrkirinê pê radibe anî ziman, û rewşa xwendekaran û rêbazên xwendin û amadekariyên dawîn bo sala xwenidinê ya nû hate gengeşekirin.
Û raporê karên Hikûmetê di warê dabînkirina piştgirî û xizmetkariyê bo deverên rizgarkirî di riya hejmarek ji civat û hevdîtinên navdewletî re wek hevdîtina li gel şandê Yekîtiya Ewropa û Birêtaniya û Emrîka û yên ji bilî wan li derve û hundirê Sûriyê diyar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî