Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, rapora karê Ofîsê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola normla a 58an de pêşkêş kir, û têde li ser çalakiyên Ofîsê di herdû heyvên bûrî de axivî.
Û Mektebî tekezî li ser giringiya berdewamiya hevrêziya helwestan di navbera Revendên Sûrî li seranserî cîhanê û Hevbendiya Niştimanî de kir, daku sûdê ji karînên berdest bo Revendan bibînin, nemaze di warê pêwendiya li gel saziyên civaka sivîl û aliyên fermî li dewletên ku lê rûdinin û bandora li ser raya giştî û komkirina piştgiriyê bo berjewendiya gelê Sûrî û mafên wî.
Û Mektebî li ser giringiya pêdviyên ku Ofîsê li gel hejmarek ji Revendên Sûrî li seranserî cîhanê di dema dawîn de li dar xistine û di nav de civatên rolane yên jidûrve li gel rayedarên saziyên sûrî-Emrîkî pêkanîne axivî.
Û Mektebî bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî xebatê bo xurtkirina kar li gel Revendên Sûrî li dewletên cîhanê dike, ji ber ku giryaniyeke Revendên Sûrî heye û ew dikarin bandorê li Hikûmetan bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî