Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Ehmed El – Tînawî tekez kir ku milletê Sûrî ê ku dikeve bin tundiya tirorê de, ew e ê ku xweş dizane kê tiror bi serê wî de bikar aniye, û got eger kesên li Viyêna civiyayî bixwazin nas bikin ev rêxistinên tirorist kî ne, divê ku ji milletê Sûrî pirs bikin.
El – Tînawî diyar kir ku milletê Sûrî ji dema ku dengê xwe bo azadiyê di sala 2011an de bilind kir, boblat nas kirin, di wê demê de rejîma Esed û Şebîheyê xwe bûn, berya ku Milişiyên Hizbilla, û yên ku ji Iran û Efxanistanê anîne tev li wan bibin.
Endamê Hevbendiyê Yûsif Mihelî dît ku di serê van komên tirorist de ku li Sûryayê şer dikin Milişiyên Berevaniya Niştimanî ” Şebîha “, Hizbilla, Liwayê Fatimyûn, Liwayê Ebû El – Fedil El- Ebas, û milişiyên dî yên regezperest yên ku rejîma Iranî çavdêriya rahênana wan û veguheztina wan bo Sûryayê bo piştgiriya rejîma Esed dike.
Mehelî tekez kir ku divê dewletên civînker li Viyêna van koman bixin lîsteya tirorê, di ser wan de Daiş û Qaide jî, eger bi rastî ew dixwaze komên tirorê li Sûryayê nas bike, û hewl dide ku agirê tirorê li vir û li deverê vemire.
Desteyên Mafê Mirovan hejmarek rapor derxistibûn , tê de kuştar û tawanên milişiyên li rex rejîma Esed şer dikin, û bûbûn sedema kuştina derdora du hezar Sûrî belge kiribû.
Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kiribû ku ne kêmî deh kuştarên mezin ku milişiyên li rex rejîma Esed şer dikin pêk anûbûn hatine belgekirin, û di wan de ne kêmî 1005 kesan hatine kuştin, ji wan 172 zarok û 142 jin bûn.
Xuyatirîn kuştar yên ku li Dêr Bielba (Hums)Nîsan/Ebrîl 2012. Gundê Malikiyê (Gundewarê Helebê) Sibat/ Fibrayer 2013. Gundê Til şixêb (Gundewarê Helebê ê Rjhilatî) Avdar / Mars 2013. Gundê Ednaniyê (Gundewarê Helebê) Avdar/ Mars 2013. Gundê Um Amûd (Gundewarê Helebê) Nîsan/ Ebrîl, 2013. Gundê Resm El – Nefl(Gundewarê Helebê)Pûşberan / 2013. Elmezre`e(Gundewarê Helebê) Pûşberan/ Yonyo 2013. El – Ziyabiye(Gundewarê Şamê ) Cotmeha/ Oktober 2013. El – Nebek(Gundewarê Şamê )/ Dîsember 2013. Xenasir (Gundewarê Helebê) Sibat / Fibrayer 2014.
Jêder: Hevbendî