Wezîrê derve yê Eribstana Si’ûdî Adil El-Cubeyr li miyanê pişkdariya wî di kongirê Lotkeya Dewletên Erebî û Amerîka başûr de got ku çareserî li Sûriyê “bi çûna Esed e” , kongir duhî li roja çarşembê bi dawî hat li Riyad paytexa Erebistana Si’ûdî bi pişkdariya serokwezîran û serokên dewletan.
Hêjaye gotinê ku Elcubeyr di gelek helkeftan de pêgiriya Erebistana Si’ûdî bi helwesta çûna Esed dupat kiriye, û dîsa Elcubeyr cext li ser wê yekê kir ku çareserî di Sûriya de çi bi rêka çareseriyek leşkerî yanjî Siyasî be, pêwîst e bibe egera barkirina Esed ji ser desthilatê.
Herwiha Elcubeyr da zanîn ku Îran “qadên Ereban li Sûriyê dagîr dike”, lewra nabe ku wê hîç rolek hebe di piroseya çareseriyê de eger ku bimîne berdewam di dagîrkirina Sûriyê de, û ji Tehran xwest ku destwerdana xwe di karubarên dewletên Erebî de rawestîne, çi li Libnan be yan li Sûriya û Îraq û li Yemenê be.
ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, spasiya helwesta Erebistana Si’ûdî kir di tekezkirina li ser çûna Esed û rêjîma wî, û hevdem destxweşî li “Helwesta Rijd ya Erebistanê kir li ser hewlên wê bo Sûriyayek nû bê nûnerayetiya Esed û desteka wî ku bitenê rûpelek e ji dîrokeke reş, ku xelkê Sûriyê di werçerxanek dîrokî de şoreş li dijî kirin, da xwe jê hetahetayê xilas bikin”.
Hevbendiyê cext kir ku “Şoreşek bi qebarê Şoreşa Sûriyê û bi bilindahiya qurbanî û Şehîdên wê, ticarî napejirîne ku rêjîma Esed careka din bê vegerandin li jêr çi navî be “.
Jêder:Hevbendî+Anadol