Malpera Tiwîterê ya Şandeya Birîtanî ya beraberiya tiroristiyê dike, kurtevîdyok li ser bikaranîna Rêjîma Esed ji bermîlên teqîner re belav kir. Şandeyê li ser kurtevîdyoyê got “Bermîlên teqîner di kuştina sivîlan de li Sûriyê berdewam in.” doz li yên piştgiriya Esed dikin kir ko bikaranîna çekên gelemşe birawestînin.
Şandeyê doh di heman malpera Tiwîterê de got ko rêjeya bikaranîna Rêjîma Esed ji Bermîlên teqîner re di meha çêriya pêşî de 50% ji meha Eylûlê zêdetir bûye(700 Bermîl). Birîtanya doz li Rêjîma Esed kir da bikaranîna çekên gelemşe birawestîne.
Berdevka wezareta derve ya Birîtanî bi zimanê Erebî Fereh Dexlellah di daxuyaniyekê de ji Rojnameya Elerebî Elcedîd re got ko helwesta London ew e ko çi rola Esed wê di paşeroja Sûriyê de tune be û koçkirina wî parek ji çareseriya siyasî ye.
Her wiha Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca û Wezîrê derve yê Birîtanya Fîlîp Hamond tekez kirine ko cihê Beşar Esed di paşeroja Sûriyê de nîn e, ev di daxuyaniyeke hevbeş de di hevdîtina wan ya li Birîtanya hatiye.
Xoca û Hamond ragihandin ko nerîna herdu aliyan di danûstandinan de ew e ko çareseriya siyasî ew tenê li Sûriyê dawîkirina derdê miletê Sûrî û tunekirina Daiş ew rêka çarê ye. Û ev operasiyona siyasî ya nû dê derfeteke rastîn be da ber bi danûstandinên bi serpereştiya Sûriyan û bi piştgiriya civaka navdewletî be.
Û destnîşan kirin ko giringe bandoraên di warê mirovî de bûne çareser bibin û ya herî giring zêdegaviyên ko li ser sivîlan dibin bidawî bibin û bi taybetî bikaranîna Bermîlên ko bi gelemşeyî bikar tên digel bizava danûstandinên siyasî da ew danûstandin vegerin.
Jêder: Hevbendî