Şoreşgerên Xûta Şamê di bersivdanekê de dijî hewlên pêşveçûna hêzên Esed û mêlîşeyên tayifegerî yên palpiştên rêjîmê ya ber bi Xûta Rojhilat de, 35 ji hêzên rêjîmê kuştin ku sê ji wan efserên pile bilind bûn, tevî birîndarkirina hejmareke mezin ji wan, herwiha artêşa Îslamê tangeke “T72” û zerîpoşeke “BMB” têkşikand.
Hêjaye gotinê ku navçeya riya navdewletî “Himus-Şam” ya li jêr destê “Artêşa Îslamê, û herwiha tewerê “Îskan Eskerî” yê nêzîk ji kampa Elwafidîn ku ev navçe bi xwe şer û pevçûnên dijwar dibîne di navbera hêzên Esed û artêşa Îslamê de ku têde ziyanên mezin ji aliyê can û cibexaneyan de li hêzên Esed bûne.
Hevdem hêzên Esed û bi piştgiriya Firokên Rûsiya navçeyên nişteciyan li Xûta rojhilatî Şama peytext bi şêweyek pir û bi tewşî bombebaran dike.
Jêder:Hevbendî