Wezîrê Karê Derve yê Emirikî Con Kêrî tekez kir ku rejîma Esed ” Hişt ku çareya aştiyane li welat nemîne, herweha hişt ku çareya leşkerî bijardeya tekane be “. Ev yek di gotareke wî de duh li peymangeha Aştiya Emirikî li Waşingtonê hat.
Kêrî diyar kir ku rewş xerabtir bû piştî destwerdana Milişiyên Hizbillah û endamên Pasvanên şoreşgerî yên Iranî yên li rex rejîma Esed, û herweha tiroristên biyan ku tevlî rêxistina Daiş bûne, û destnîşan kir ku rastiya ferzbûyî li ser rewşa Sûrî ew e ku xuya dike Daiş û Esed dijmin in lê ew bi xwe parçeyek ji pirsgirêkê ne.
Kêrî çêkirina Daiş vegerand siyasatên rejîmê, û destnîşan kir ku Esed beşek ji tirorê ye, û têkiliyên di navbera Daiş û Esed de diyar dikin ku ew kêm caran hevdu armanc dikin, lê danûsendina bazirganî di navbera wan de heye, mîna kirîn û firotina neftê , û tekez kir ku Esed û Daiş li ber çavan Dijmin in û tu kesî ji wan guh nedaye rawestana kuştinê.
Kêrî diyar kir ku piştî derbasbûna çar sal û nîvan li ser şerê ku Esed bi miletê Sûrî re dike, her bîst Sûrî yek birîndar an kuştî heye, û her ji pênc kesan yek bûye penaber, û yek ji dudwan ji cihê xwe koçber bûye, û navenciya temen vegeryaye 20 salan, û 80% ji elektrîkê xerab bûye, lewre welat tev de di tariyê de ye.
Hevbendiyê di gelek daxuyaniyan de tekez kiriye ku Daiş ji destçêkirina rejîmê ye, li pêş çavên alavên ewlehiyê pêk hatiyr, û milletê Sûrî ketiye navbera çakûçê rejîma Esed û demirê Daiş de, herweha Hevbendiyê tekez kir ku rejîma Esed bingeha tirorê û berhemdarê wê li deverê ye. Ti çareyên ji kokê ve tune ne ger ne bi koçkirina Rejîma Esed be.
Jêder: Hevbendî – Ajans