Serokê berê yê Fransî Francois Holand, mixabîniya xwe anî ziman li ser cîbicînekirina operasyona leşkerî li Sûriyê, yaku bi hevbeşî li gel Serokê berê yê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê berê yê Brîtanya David Cameron hatibû biryardan, piştî ku rijêma Esed “xêza sor” ya girêdayî bikaranîna çekên kîmyewî derbas kir.
Û Holand di hevpeyvîneke taybet de li gel SûriyaTV, got ku nebûna karvedanê li hember bikaranîna çekên kîmawî di êrîşên li ser Gotaya Rojhilat û ya Rojava di heyva tebaxa 2013an de, lawaziya dewletên rojava nîşan da, û bal kişand ser ku eger êrîş bihatana kirin dê bi awayekî mezin Esed lawaz kiriba.
Û Holland amaje bi wê yekê kir ku Fransa nikare bi tena serê xwe bê erkdarkirina Netewên Yekgirtî û wergirtina erêkirina hevalbendên xwe yên Amerîkî, Brîtanî û Ewropî kar bike, û tekez kir ku Parîs eşkere bû ku divê Beşar Esed ji desthilatê bikeve.
Û Serokomarê berê yê Fransayê got ku eger Vladîmêr Pûtîn di şerê li Okraynayê de têk biçe, dê encamên vê ziyanê bandorê li rewşa Sûriyê bike, û got ku cudahî di navbera nebûna karvedana dewletên rojava hember kiryarê kirêt ên ku rijêma Esed pê rabûye û tiştê ku piştî wê li Okranya pêk hatiye de heye.
Û Holand got ku eger hêza rijêmên totalîter wek Rusya û Îranê kêm bibe, û hinekî ji hêza xwe ji dest bidin, dê Beşar Esed di rewşeke lawaz de be, û cext kir ku eger rijêma Îranê bête hejandin, wê kiryarên wê yên li Sûriyê jî lawaz bibin.
Û Holand di hevdîtina xwe de diyar kir ku wî hişyarî da welatên Ewropayê û ji wan re got ku eger em pirsgirêka Sûriyê çareser nekin wê Sûriye were cem we, û got ku aliyên rastgir ên tundrew (li Ewropayê) her tim li dijî destwerdana di Sûriye de ya ji bo rûbirûbûna Beşar Esad û dijî rûbirûbûna dîktatoriyan bi giştî bûn.
Û her wiha Serokê berê yê Franseyê got ku geşbûna rastgirên tundrew cihê tires ye, û dihêle ku xelk di xelekeke teng de bimînin û ji penaberan bitirsin, û tekez kir ku divê em ji bîr nekin ku rêxistina DAIŞê û Beşar Esed du aliyên ku bi awayên cuda pev girêdayî ne.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî çendîn caran daxwaza dadpirsîna rijêma Esed li ser gelek tawanên ku têde çekên kîmawî bikar anîne kiriye, her weha daxwaza derkirina rijêma Esed ji tevaya saziyên navdewletî kiriye, ji ber ku nûneriya rewa ya gelê Sûriyê nake, û daxwaza tevgereke kartêker kiriye ji bo serbestberdana tevaya girtiyên di zindanên rijêmê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî