Holenda amadebûna xwe Ji Bo Piştgiriya Artêşa Azad di dema bê de da xuyakirin. Herweha piştgiriya xwe ji bo kêşeya Gelê Sûriyê aşkere kir. Ev derbirîn di hevdîtina Şandeya Holendî bi serokatiya Şandyarê Holendî yê karûbarê Sûrî “Nîkolas Vandam” bi Serokê Hevbendiyê Xalid Xoce re sibeha Duşemê hat.
Herweha di hevdîtina di navbera herdu aliyan de danûstandin çê bûn li ser istiratîciya Hevbendiyê di dema bê de û rewşa Herêmî û navdewletî herweha nerîna Hevbendiyê derbarê çareseriyeke aştiyane ji kêşeya Sûriyê re, û serokê Hevbendiyê tekez kir ko divê danûstandin ji cihê lê rawestiyabûn di Cinêva 2ê berdewam bibin.
Xoce ji Şandeyê re siyaseta Hevbendiyê ya nû da xuyakirin, ku kolana Sûriyê lêveger ji xwe re dibîne û gotûbêj bi aliyê din yê Hevrikiya Sûriyê re. Serokê Hevbendiyê spasiya Şandeya Holendî kir û spasiya helwestên Holenda yên piştgiriya Gelê Sûriyê di doza azadî, rûmet û dîmuqratiyê de dikin.
Jêder: Hevbendî