Mihemed Qedah Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî êrîşên firokên Esed û avêtina bermîlên teqîner li ser Sivîlan li gundewarê Der’a şermezar kirin, ku ji encamê hejmarek kes şehîd bûne di nav wan de zarok jî hene û bi dehan kes birîndar bûne, û niha çalakvan berdewam in di dîkomîntkirina navan, û Desteyên Bergiriya Şaristanî bi karên rakirina heriftiyan û lêgerîna windabûyan dirabin, Qedah got:” bêdengiya Civaka Navnetewî li ser tawanên Esed nakeve di xizmeta gihiştina hîç çareseriyek siyasî de, û herwiha ew bêdengî nikare guvaşan bêxe li ser gelê Sûriyê da neçar bibe bi çi destpêşxeriyek wiha li jêr kuştin û wêrankirinê razî bibe, ku helwêstên necidî û dudilî yên Civaka Navdewletî li pişt rêjîma Esed bû wek rehnîka kesek ji bo berdewamiya bikaranîna çareseriya ewlekarî û serbazî, ya li ser hovîtî û tawankariyê ava dibe”û weha jî got”ew êrîşa tewankarî ji bo kuştin û wêrankirin û belavkirina tevlîheviyê hat kirin”û got ku ” rêjîma Esed rê digire li pêş her derfetekê ji rêxistina kargêriya bajêrvanî û saxbîrkirina binyadên abûrî û dubare karakirina saziyên giştî li navçeyên derveyî kontrola hêzên xwe, bi kuştin û wêrankirinê, lewra em pirotistkirina rêjîma Esed ji Civaka Navdewletî dixwazin û pêwîstiya lezkirina di sepandina Navçeyên dijfirîn û tenah li bakur û başûrê Sûriyê li gor pilana Hevbendiyê pêşkêş kiriye, û pêşkêşkirina piştgiriya tekûz bo artêşa Azad da sivîlan biparêze û rawestandina êrîşên firokên Esed”. herwiha Qedah amaje kir ku” di dema ku Rûsiya hin civînan lidar dixe digel hin aliyên rikberên rêjîma Esed, bi armanca lidarxistina kongirekî li Mosko bo gotûbêjkirina çareseriyeka Siyasî, û şanderê taybet yê Netewên Yekgirtî hewl dide şer li Helebê rawestîne, di heman demê de firokên Esed êrîşî taxên nişteciyan dikin, bê ku bi wêrekî rêjîma Esed bête şermezar kirin, herwiha ku Hevpeymaniya Navnetewî bitenê pêgehên rêxistina DAÎŞ ê armanc dike û wê yekemîn gef û metirsî li ser deverê dibîne, û ev hemû li aliyekî û li aliyekî din rêjîma Esed bedewam e di berferehkirina operasyonên xwe yên serbazî li tevaya Navçeyên Sûriyê, bi êrîşên esmanî û çekên giran û mûşekan bi armanckirina bi arastekirin û bi tewşî”, lewra Hevbendî daxwazê ji desteyên Sivîl û mafnas û çalakvanên li welatên cîhanê dike, ku bi hemû şêwazan piştgiriya rêkaçareya sivîl ya daxwaza demokrasiyê dike bikin , û bêgoman cihê daxê ye dema em dibînin; ku Civaka Navnetewî kêmxeme û nikare pêşgiriya daxwaza gelê sûrî di dîmokrasiyê de bike, di heman demê de dibînin; ku bidehên aliyên navdewletî û herêmî piştgiriya terora Esed dikin”.
Jêder: Hevbendî