Mosko vexwendinek ji Şandeyarê Navdewletî “Stîvan Dî Mistora” re şand dako di gotûbêjên kongirê “Mosko” yê di dawiya meha Çilê Paşî sala 2015an dê çê bibe, beşdar bibe. Ji aliyekî dî ve berdevka Şandeyarê Navnetewî kêfxweşiya xwe bi vexwendinê da û got: Em bi her pêşxeriyê re ne dema armanc jê tiştê ko li Sûriyê dibe bidawî bibe.
Lê Mihemed Qeddah Cîgirê Serokê Hevbendiyê di daxuyaniyeke berî du rojan de gotibû: “hîç nabe ko Mosko cihê konfiransên gotûbêjiyê û rûniştinên danûstandinê be, çimkî ew bi Rêjîmê re ji destpêka Şoreşê ve hevbeşa kuştina Miletê Sûrî ye, û Welatê ko Rûniştin lê bibin gerek Welatekî bêalî be, û ne hevpişkê rijandina xwîna Sûriyan be.”
Di heman çaxî de Emîndarê giştî Nesir Elherîrî rûniştina li ser maseya gotûbêjan”bê gerantiya Navdewletî û çarçoveyine babetî yên xuyanî, ew radestkirin û windakirina demê ye, û hem jî pêkenîn bi xwîna Pakrewanan ye.” bêtir got: “Çûna Mosko di heman dema Rêjîmê bi Sedhezaran Sivîlên ko derketine xwepêşindanan girtine, rojane Bermîlên teqîner bi ser xelkên xwepêşandan kirine dibarîne, ev tê wateyê ko em Gulleya dilovaniyê li Şoreşa Sûriyê didin.”
Jêder: Hevbendî