Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Idrîs, xweşhaliya xwe bi biryara Encumena Mafên Mirovan anî ziman, ya ku têde daxwaz ji rijêma Esed kiriye ku rêzê li mafên mirovan bigire û wan mafan biparêze, û bal kişand ser ku pir zehmet e ji kujer bê xwestin ku dijatiya qurbaniyên xwe neke û wan biparêze.
Û Idrîs di daxwiyaniyin taybet de, îro, got ku di dema em xweşhaliya xwe bi çi biryara ku rijêma xwînrêj gem dike û dijî tawanên wê derdikeve tînin ziman, di heman demê de em zanin ku cîbicîkirina çi biryareke navdewletî yan jî ferzkirina wê li ser rijêmê karekî dijwar e, ji ber ku ew ê ku bi xwe egera bobelatan be û tawanên cengê pêk anîbin, dê çawa bawerî pê were di mijara parastina kesên bi neçarî hatine vegerandin bo deverên di bin kontirola wê de.
Û Idrîs got: Eger fişareke rasteqîn li ser desthilata li welêt neyê spandin, dê biryarên navdewletî yên daxwazê ji rijêmê dikin ku berpisyariyê di warê parastina mafên mirovan de hilgire, nayên cîbicîkirin, û em bawer nakin ku ew kesên bi neçarî hatine vegerandin sûdê ji wan biryaran werbigirin.
Tê zanîn ku Encumena Mafên Mirovan li rex civîna pêncî û sêyemîn a Encûmena girêdayî Netewên Yekbûyî li Cinêvê, biryarek pejirand û têde daxwaz ji rijêma Esed kir ku pabendiyê bi berpisyariyên xwe yên derbarê rêzgirtin û parastina mafên hemû mirovên di bin desthilata wê de bike.
Û Encûmena Mafên Mirovan di daxwiyaniyekê de ku duh pêncşemê li ser malpera Netewên Yekbûyî hatiye belavkirin de, daxwaz ji desthilatên rijêma Esed kir ku penaber û derbiderên vegeryane ji binpêkirinên mafên mirovan biparêzin, û alîkariyê di afrandina rewşên guncav de bo vergera penaberan bike, û biryarê handan li ser serbestberdana binçavkiriyên kotekî li Sûriyê û dana zaniyariyên hûrbîn bo malbatên windayan derbarê çarenivîs û cihên girtiyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî