• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Idrîs Daxwaza Vekişandina Milîsên Hizbullah yên Terorîst ji Sûriyê ji Hikûmeta Libnanê Dike ji bo Çareserkirina Krîza Penaberên Sûrî yên li Libnanê

December 5, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Idrîs Daxwaza Vekişandina Milîsên Hizbullah yên Terorîst ji Sûriyê ji Hikûmeta Libnanê Dike ji bo Çareserkirina Krîza Penaberên Sûrî yên li Libnanê

Hevrêzkarê Desteya Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Lîwa Selîm Idrîs, tekez kir ku tiştê tê serê penaberên Sûrî li Libnanê, mirov nikarin xwe li ber bigirin, û amaje bi wê yekê kir ku penaber rastî hemû cureyên tirsandinê û birîna alîkariyên mirovî tên, daku wan neçarî vegera qesabxaneyên rijêmê bikin.

Û Idrîs di daxwiyaniyên xwe de bal kişand ser wê yekê ku penaberên Sûrî ji tirsa îşkence, girtin û kuştina li ser destê hêzên rijêma Esed, û milîsên Hizbullah ên terorîst û milîsên mezhebî yên din, her weha hêzên Rusya û Îranê, neçar bûn ku welatê xwe berdin û biçin Libnanê.

û ev daxwiyaniyên Idrîs weke bersivekê bûn li ser wan nûçeyên ku roja pêncşema bûrî li ser medyayê belav bibûn derbarê civîna di navbera Serokwezîrê Demkî yê Libnanê, Necîb Mîqatî, û Komîserê Bilind ê Penaberan yê Netewên Yekbûyî Filippo Grandi de pêk hatiye, yaku têde Mîqatî ji civaka navdewletî xwestiye ku hevkariyê bike ji bo ku tiştê wî navê “krîza hebûna Sûriyê li welatê me” lê kiriye bi dawî bîne, û gotiye ku rewşa Sûriyê aram e, û Grandi jî rêzgirtina xwe ji biryara Libnanê re ya ji bo vegera penaberan ji ber xwe ve bo Sûriyê aniye ziman, û tekez kiriye ku ew bi rijêma Esed re ji bo rakirina astengiyan kar dikin.

Û Idrîs got ku di dema Mîqatî bang li civaka navdewletî dike da hevkariyê bike ji bo kirîza penaberên Sûrî bidawî bîne de, bêguman ew dizane ku piraniya wan penaberan ji deverên ku ji aliyê milîsên Hizbullah yên mezhebî û terorîst, yên ku ji bo piştgiriya Beşar Esed yê tawankar derbasî wan deverên Sûriyê bûne, ve dagîrkirî ne hatine, û got ku wan milîsan bi hezaran komkujî li Sûrîyê pêk anîn, û dît ku berpirsiya vê yekê ne tenê li ser milê serkirde û çekdarên Hizbullah e, lêbelê desthilatên Libnanî jî berpisyarin.

Û Idrîs bal kişand ser wê yekê ku Serokwezîrê Demkî yê Libnanê behsa van rastiyan nake, lêbelê bi mebest van rastiyan ji bîr dike, û dixwaze hebûna penaberan bike bihane ji têkçûna aborî, siyasî, civakî û mirovî ya Libnanê re.

Û Idrîs ji Mîqatî , wek Serokê Hikûmeta Libnanê, daxwaza bidawîanîna kirîza penaberan li Libnanê kir, lê bi riya derxistina milîsên Hizbullah ên terorîst ji Sûriyê, û şandina endam û serkirdeyên ku di kuştina xelkê Sûriyê de beşdar bûne bo dadgehên leşkerî.

Û Idrîs ji Komîserê Bilind ê Penaberan ê Netewên Yekbûyî Fîlîpo Grandî xwest ku pêdviyên penaberan dabîn bikin, nemaze di demsala zivistanê de, û alîkariyan ji ser malbatan nebrin, û bi desthilatên Libnanî re kar ji bo rawestandina helmetên li dijî hebûna penaberan bikin, û biryarên nijadperestî yên derbarê penaberan yên ku jiyana wan kiriye dojeh rawestîne, her weha nehiştina ku kesî bi darê zorê venegerînin qesabxaneyên rijêma Esed û giropa pêre.

Û Idrîs tekez kir ku rewşa penaberên Sûrî li Libnanê gelek xirab e, ji ber ku bernameya xwarinê ya cîhanî name ji bidehezarên malbatan re di riya telefonên destan re şandine, têde ew agahdar kirine ku dê alîkariyên darayî ji destpêka sala 2023an de bên rawestandin, di dema serma, hejarî, birçîbûn, nexweşî û zordestiya dezgehên ewlekarî û îstixbarata Artêşê de, her weha helmetên serdegirtin û destdirêjiya li ser dê û bavan li ber çavên zarokên wan.

Û Idrîs bal kişand ser wê yekê ku tu pêşketineke erênî li Sûriyê çênebûye ku çirûskeke hêviyê yan jî hêminiyeke herî biçûk bide xelkê da vegerin welatê xwe û ji dojeha Libnanê derkevin, û saziya Human Rights Watch di heyva tîrmeha bûrî de got ku “Sûriya pir dûrî dabînkirina hêminî û aramiyê ji kesên ku vegerin re ye.”

Û di dawiya daxwiyaniyê de, Idrîs cext kir ku bidawîanîna kirîza penaberên Sûrî li Libnan û welatên din, tenê bi piştgiriya danûstandinan pêk tê, ew danûstandinên ku rijêma Esed bi piştgiriya Rusya û Îranê ji wan direve.

Û tekez kir ku neçarkirina rijêmê li ser pabendbûna bi biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254, û avakirina desteya hikûmdariyê ya veguhêz ya ku rola Beşar Esed têde tune be, û hilanîna destên dezgehên ewlekariyê û artêşê ji ser stûyê xelkê, û radestkirina tawankarên di nav wan de bo dadgehan, û di serî de dagîrkerên Rusya û Îranî, û milîsên mezhebî bi serpereştiya milîsên Hizbullah ên terorist, takerêya vegera penaberan bo welatê xwe ye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.