Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilhekîm Elmisrî, di pêşangeha Roja Cîhanî ya Xwedanên Pêdiviyên Taybet de, ya ku ji aliyê “Komelya Kesên Moralbilind” ve li bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê hatiye lidarketin de beşdar bû.
Û Elmisrî got: “Ev çalakiya ku ji aliyê “Komelya Kesên Moralbilind” ve tê lidarxistin, bi armanca zêdekirina beşdariya kesên xwedî pêdiviyên taybet di çalakiyan de û tevlêbûna wan di nava civakê de û zêdekirina bixwebaweriya wan e, û dana alîkariyê ji wan re da ku behremendiyên xwe diyar bikin, û pirsgirêkên xwe di çarçoveya xebatên hunerî de pêşkêş bikin û şiyanên xwe nîşan bidin.”
Û Wezîrê Darayî û Aboriyê çalakiyên pêşangehê şopandin, û berhemên ku bi destan hatine çêkirin û tabloyên hunerî yên curbicur di nav wan de hebûn, ku bi hevahengiya di nav wan de naverokeke ku tekezî li ser giringiya pêşangehê û şiyana kesên xwedî pêdiviyên taybet ya berhemdayînê û afrandina berdewam diyar dikir.
Û Çalakiya ku li bajarê Ezazê bi boneya Roja Cîhanî ya Xwedanên Pêdiviyên Taybet hatiye lidarxistin, armanc jê ew bû tevlîkirina wan di nava civakê de û bibîranîna doz û mafên wan yên mirovî, û xistina şahî û kêfxweşiyê di giyanên beşdaran de û diyarkirina nirxên mirovî di riya danûstendina bi wan û berhemên wan re, û piştgiriya projeyên wan û rawestana li rex wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî