Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit nameyeke spasiyê ji Serokê Tirkiyê Receb Teyêb Erdogan wergirt, wek bersivê li ser pîrozbahiya ku Hevbendiya Niştimanî bi boneya salvegera 99mîn ya ragihandina Komara Tirkiyê pêşkêş kiribû.
Û Serokê Tirkiyê di nameya xwe de tekezî li ser kûrbûna têkliya di navbera herdû gelên Sûrî û Tirkî de kir, û baweriya xwe ya tam anî ziman ku ev têklî di hemû waran de berewam e.
Û li ser navê Tirkiyê û gelê Tirkiyê hêviya xwe bo bidawîbûna derdeseriyên gelê Sûriyê û pêkanîna daxwazên wî anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî