Hevrêzkarê Komîteya Karûbarên Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Selîm Idrîs, tekez kir ku civaka navdewletî û desthilatên Libnanê berpisyariya tiştê der mafê penaberên Sûrî li Libnanê tê kirin hildigrin, û matmayîna xwe diyar kir der barê ku çawa gelek caran agir bi kampên penaberên Sûrî ketiye di heman dema ku desthilatên Libnanê bi rijêma Esed re li ser ku penaberan neçarî vegera deverên di bin kontrola rijêmê de bikin li hev dikin.
Û Idrîs îro di daxwiyaniyin taybet de got: “Şewata ku bi dehên konan li yek ji kampên penaberên Sûrî li Ersalê dan ber xwe, êş û azarên penaberên li herêma Arsal bi taybetî û li Libnanê bi giştî zêdetir dike, ji ber ku penaber rastî danûstandineke pîs tên, û gihiştiye asta dijminkariya govdeyî û kuştinê, û mirina hin girtiyan bi sedema îşkencê di zîndanên Libnanê de, piştî biryar û daxwiyaniyên nijadperestî yên ku ji aliyê hin saziyên Hikûmetê yên ser bi milîsên Hizbullah a terorîst ve derketine.”
Û Idrîs anî ziman ku alîkariyên ku rêxistinên navdewletî ji penaberên Sûriyê re pêkêş dikin kêm dibin, piştî ku gelek welatan erkên xwe bicîh neanîne, di dema ku penaber nikarin mûçeyên xwe yên ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tête pêşkêşkirin werbigrin, û dît ku ev cihê şermezariyê ye û piledarên Hikûmeta Libnanê di ber vê yekê de berpirsyar in.
Û Idrîs bal kişand ser ku penaberên Sûrî li Libnanê rastî rewşên gelek dijwar tên, û hemû derî li pêşiya wan girtî ne, nemaze ku desthilatên Libnanê bi rijêma Esed re li hev kirine ku penaberan neçarî vegerê bikin, û ev yek jiyana wan dixe bin metirsiyê de.
Û axaftina xwe berdewamkir û got: “Civaka navneteweyî nalive, û berpirsyariyên xwe derbarê penaberan hilnagire, ev jî dibe sedem ku penaber biramin ku berê xwe bidin riyên deryarayê yên metirsîdar ji bo derbasî Ewropayê bibin, û her kesî dît ku çi bi serê keştiya binavbûyî li ber peravên Tartûsê hat.”
Û Idrîs bang li Netewên Yekbûyî û hemû rêxistinên navdewletî kir, da kar ji bo alîkarî û rizgarkirina penaberên Sûrî yên li Libnanê bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî