Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Îdrîs, dilnearamiya xwe anînî ziman derbarê xwestina nûjenkirina belgeyên penaberên Sûrî yên li bajarê Bint Cibêl yê Libnanê dijîn, ji aliyê Wezareta Navxwe û Şaredariyan ve, û got ku tirsa me ew e, ev mijar tenê têkildarî astengkirina jiyana Sûriyên ku li bajêr dijîn be.
Û Îdrîs di daxwiyaniyin taybet de, îro, got ku tişta ku dihêle em bi şek û guman bin ji vê pêngava ku rêveberiya bajêr dixwaze li ser navê Wezareta Karên Navxwe û Şaredariyan bavêje ew e, ku ragihandina ji aliyê şaredariya bajêr ve hatiye dayîn, daxwiyaniyên dabeşkiria nijadperestî yên ku li Amerîkayê di sala 1964 de hatine hilanîn tîne bîra mirov.
Û Îdrîs tekez kir ku nehiştina derketina Sûriyan rojane ji demijêmr heştê êvarî ta pêncê sibehê, li gorî tiştên ku di daxwiyaniyê de hatine gotin, kêmasî ye ji dewleteke mîna Libnanê re, ya ku rojekê ji rojan çiraya azadiyê li rojhilata navîn bû, û ne jî li gor asta bilind a gelê Libnanê ye.
Û Îdrîs got ku ev pêşinyarên şaredariyê, nijadperestî di çarçoveya giştî de di wan de heye, û herweha xwestina çespandina nasnameyê bêyî sedemeke aqlane, û kiryarên newekheviya danûstandinê ji aliyê dezgeheke hikûmetê ve li ser bingeha ku ew kes bi ser aliyekî ve ye , dikeve çarçoveya nijadperestiya dezgehî de.
Tê zanîn ku duh şaredariya Bint Cibêl li Libnanê, daxwiyaniyek taybet bi penaberên Sûrî li bajêr belav kir, û têde daxwaza nûjenkirina belgeyên kesayetî ji tevaya sûriyan kir, û got ku ku divê gera sûriyan rojane ji katijmêr heştê êvarî ta pêncê sibehê qedexe be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî