Malpera Dergehê Penaberên Filestînî, navên hejmarek ji girtiyên Filestînî û Sûrî yên di zîndana Sêdnaya ya girêdayî rijêma Esed de, ên ku ji hêla yek ji kesên ku vê dawiyê serbest hatine berdan, diyar kir.
Û malperê bal kişand ser ku ciwanê ku vê dawiyê serbest hatiye berdan, Filestîniyekî ji kampa Yermûk e, anî zman ku bidehan girtî ji welatiyên Sûrî û Filestînî hîn di zindanê de ne, û wî karîbû navên hejmarek ji wan ezber bike û binvîse.
Û malperê navên 26 girtiyên ji xelkê kampa Elyermûk ya penaberên Filestînî li başûrê Sûriyê anî ziman, û girtiyê ku nû hatiye berdan, navê 4 penaberên Filestînî ji xelkê kampên Deraa, Sipênê û Humsê, û navê ciwanekî Filestînî yê ji nişteciyên devera Sehnaya ya gundewarê Şamê, û navê penaberekî Filestînî ji xelkê kampa Humsê anîn bîra xwe, her weha navên 13 girtiyên ji xelkê gundewarê Şamê, û yên 19 girtiyan ji xelkên parêzgehên curbecur ên Sûriyê, nemaze ên ji Heleb, Deraa û Humsê bibîr anîn.
Û malperê amaje bi wê yekê kir ku hejmara girtiyên Filestînî di zîndanên rijêma Esed de bihazaran e, bêyî hebûna belgekirina hûrbîn ji hejmaran re, ji ber nebûna zelaliyê û nehiştina serdanên saziyên mafnasî û navdewletî ji zîndanan re.
Tê zanîn ku Giropa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê berê derdora 643 penaberên Filestînî yên ku di zîndan û girtîgehên rijêma Esed de canê xwe ji dest dane, belge kirine, û jin, zarok û pîr û kal jî di nav wan de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî