Endamê Desteya Siyasî û Rêvebirê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, xweşhaliya xwe diyar kir hember helwesta prensîbî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya derbarê mijara handana li dijî penaberên Sûrî li Libnanê, û bizavên desthilatên Libnanî ji bo xwestekên rijêma Esed bicî bikin, di rêya fişara li ser penaberên Sûrî re ji bo ku wan neçarî vegera deverên di bin kontirola Esed de bikin.
Û Idrîs tekez kir ku tiştê tê serê penaberên Sûrî li Libnanê, di rêya helmetên gelêrî re û handana kolana Libnanê li ser dijaiya wan, ne ji ber xwe ve ye, lêbelê ew ji encama lihevkirinekê di navbera rijêma Esed û hevalbendên wê li Libnanê bi serkêşiya milîsên Hizbullah de ye, ya ku bi dehên behaneyan derdixe ji bo berê desthilatên Libnanî bide standina biryarên ku dibe encamên wan li ser kesên vedigerin deverên di bin kontirola rijêmê de bobelatî bin.
Û derbarê daxwiyaniyên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûrî li Libnanê, Partiya Sosyalîst a Pêşverû di daxwiyaniyeke xwe de wiha got: “Bi zêdebûna axaftin û daxwiyaniyên gelêrî yên ku ber bi nijadperestiya dijî penaberên Sûrî li Libnanê diçin, û her car heman bihaneyan bikar tînin, Partiya Sosyalîst a Pêşverû helwesta xwe ya neguhêr tekez dike derbarê pêwîstiya dabînkirina vegera ewle ji bo misogerkirina jiyana kesên ku ji dojeha zordarî û kuştinê reviyane.”
Û daxwiyaniyê pirs kir: “Yên ku li ser vegera bi awayekî cihê gumanê rijd in, gelo çi garantiyên ewlekarî an leşkerî dabîn bûne? û kê ew garantiyên sexte dane? Di dema ku serkutkirin û girtin û kuştin hîn li Sûriyê weke berê ye û nehatiye guhartin, çi bihaneyên fişarên bi vî şêweyê nemirovane hene?”
Û daxwiyaniya partiyê cext kir ku ” Mijara derbiderbûna Sûriyan ne yek ji sedemên rasteqîn ji Krîza jiyanê û ya aborî û darayî ya ku Libnan û Libnanî tûşî wê bûne re ye, lêbelê sedemên wê yên rasteqîn naskirî ne, û di pileya yekemîn de siyasetên xerab û nebaşbûna rêvebirinê û xerckirina bê ser û ber û gendeliya di gelek sektorên ku ta niha jî hîn di bim heman barî de ne”.
Û Daxwiyaniya Partiya Sosyalîst a Pêşverû, amaje bi wê yekê kir ku “Çareserkirina van pirsgirêkan tevan, ji hejmarek ji rêşûn û çaksazkirinên bingehîn ên li pey hev ên naskirî dest pê dike, ji bilî wê korkirineke ku êdî nema kes pê tê xapandin, û handana dijî derbideran metirsiyên civakî û ewlehî zêde dike, û ti derfeta rasteqîn a çareseriyê pêşkêş nake.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî