• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 1 June , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Îdrîs: Vegerandina Penaberên ku ji Hovîtiya Rijêmeke Xwînrêj Reviyane Ber bi Deverên di Bin Kontirola wê de Tê Wateya Şandina Wan bo Zindan û Girtîgehan

May 2, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Îdrîs: Vegerandina Penaberên ku ji Hovîtiya Rijêmeke Xwînrêj Reviyane Ber bi Deverên di Bin Kontirola wê de Tê Wateya Şandina Wan bo Zindan û Girtîgehan

Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Îdrîs, hişyarî ji karên ku hikûmeta Libnanê dermafê penaberên Sûrî yên li Libnanê pê radibe da, û bal kişand ser ku vegerandina penaberên ku ji hovîtiya rijêmeke xwînrêj reviyane ber bi deverên di bin kontirola wê de, tê wateya şandina wan bo zindan û girtîgehan.

Û Îdrîs di daxwiyaniyin taybet de, got ku hevalbendên rijêma Esed li Libnanê ji milîs û partiyan li pişt van operasiyonên neyasayî ne, û bal kişand ser ku hikûmeta Libnanî yasayên navdewletî yên ku vegerandina kotekî qedexe dikin, di rêya fişara hevalbendên rijêma Esed û amûrên wê yên li Libnanê re, binpê dike.

Û Îdrîs got ku Libnaniyê ku heyfa xwe ji penaberên Sûrî yên bêçare hiltîne bi bihaneya ku artêşa Sûriyê rojekê ew çewisandine, divê baş zanibe ku ew û wî penaberî herdû qurbaniyê rijêma tawankar in, û divê li dijî hevalbendên rijêmê di hikûmeta Libnanê de rabe, ne ku kîna xwe bi ser penaberan de birijîne.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî bal kişand ser ku dersînorkirina penaberan ji Libnanê “binpêkirineke eşkere” ji yasaya navdewletî re li gorî prensîba “venegerandina kotekî”, ya ku nahêle dewlet bi zorê çi kesî vegerînin welatekî ku heye lê rastî çewsandinê were.

Û rêxistinê anî ziman ku wê herî kêm çar haletên girtina Sûriyan piştî dersînorkirina wan ji Libnanê belge kirine, herwiha Navenda Wisûl ya Mafên Mirovan jî girtina bi kêmanî 2 welatiyên Sûrî yên dersînorkirî ji aliyê Firqeya Çaran ve belge kiriye, û daxwaza rawestandina yekser ya helmetên dersînorkirinê ji hikûmeta Libnanê kir.

Û Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî, di raporteke xwe ya di heyva Adarê de, piştrast kir ku hîna Sûriyê ji bo vegerê cihekî ne ewle ye, ji ber berdewamiya operasyonên binçavkirinê û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike

May 31, 2023
Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike

May 31, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike

Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike

Îdrîs: Em Ditirsin ku Ragihandina Şaredariya Bint Cibêl Tenê Girêdayî Astengkirina Jiyana Sûriyên li Bajêr be

Hevbendiya Niştimanî: Destberdana Komî ji Kar di Sektora Giştî ya Rijêma Esed de Nîşana Têkçûna Wê ya Aborî û Rêvebirî ye

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.