Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, sipasiya Okranyayê kir li ser jinavbirina peymana hevkariya bazirganî û aborî û teknîkî li gel rijêma Esed, û tekez kir ku ew pêngavek rast e, û cextî li ser pêwîstiya hilanîna rewatiya navdewletî bi temamî ji ser rijêmê û qewtandina nûnerên wê yên li Netewên Yekbûyî û saziyên wê kir.
Û Rehmê di daxwiyaniyên taybet de, got ku rijêma Esed bûye alavek di destê Potîn de, wê di ceng û pirojeyên xwe yên kolonyalîstî de bikar tîne, ewên ku li Sûriyê dest pê kirine û paş re li Okraynayê, û tawanên cengê bi berfirehî pêk anîn, û bû sedema gefê li ser aştî û ewlehiya navdewletî.
Û Emîndarê Giştî tekez kir ku rijêma Esed nûnertiya gelê Sûriyê nake, û riftar û karên wê yên piştgiriya Rusya nûnertiya Sûriyê nakin, û ji dewletên cîhanê xwest ku têkliyan bi awayekî tam ji rijêmê bibirin, wek karvedaneke xwezayî li ser kuştin û girtina gelê Sûriyê û wêrankirina welatê wan.
Û careka dî tekezî li ser bêencambûna hewldanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û bêsûdebûna wan kir, û hişyarî ji metirsiya berdewamiya di vê rêyê de li ser sûriyan û dewletên derdorê da.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî