Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku hîn hêzên rijêma Esed sivîlan li deverên di bin kontirola xwe de bi awayekî kotekî digrin, û Tora Mafnasî bal kişand ser ku çi vegerandina bi dare zorê ya penaberan berve deverên rijêmê, metirsiyê li ser jiyana wan penaberan çêdike.
Û Raporê amaje bi wê yekê kir ku girtî di kêliya yekem ji girtina xwe de rastî îşkenceyê tê, û ji têkiliya bi malbat û parêzerê xwe re bêpar dibe, û desthilat mukur nayê ku wê girtinên kotekî pêk anîne, û piraniya girtiyan dikevin rewşa wendayên kotekî.
û raporê eşkere kir ku di nîsana 2023an de, girtina ne kêmtir ji 158 kesan bi kotekî, 5 zarok û 8 jin di nav wan de hene, hatiye belgekirin, û rewşa 133 kesan ji wan bûye wendabûna kotekî, 87 ji wan li ser destê hêzên rijêmê bûn, zarokek û 3 jin di nav wan de hebûn, û 39 ji wan, 4 zarok jî di nav wan de hene, li ser destê milîsên PYDe bûn, û raporê girtina 8 kesan, 3 ji wan jin in, li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 24 kes li ser destê hêzên din, tomar kiriye.
Û Raporê dabeşkirina girtiyên kotekî di heyva Nîsanê de li gorî parêzgehan berçav kir, û diyar kir ku serhejmariya herî zêde ji girtina kotekî li parêzgeha Helebê hate tomarkirin, di pey re Gundewarê Şamê, piştre Şam, piştre Reqa û li dûv re Dêra Zorê hat.
Û raporê tekezî li ser wê yekê kir ku dê ti aramî û ewlehî peyda nebe bi hebûna heman dezgehên ewlekarî yên ku ji sala 2011an ve tawanan dijî mirovatiyê pêk tînin û hîn jî berdewam in.
Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî kir ku biryarên jimare 2042, 2043 û 2139 bicî bîne, û cextî li ser pêwîstiya serbestberdana zarok û jinan û rawestandina girtina malbat û dostan wek dîlên cengê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî