Hevrêzkarê Nivîsgeha Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, tekez kir ku texmînên wan kesên ku hêviyan bi başkirina rewşa deverên di bin kontirola rijêma Esed de girêdan, û bi lez berê xwe dan asayîkirina têkliyan bi Rijêmê re, nerast derketin, û amaje bi wê yekê kir ku tevî berdewamiya çewsandinê li Libnanê, li şûna ku xelk vegerin Sûriyê, hejmarek mezin ji malbatan ji Sûriyê ber xwe didin Libnanê.
Û Idrîs di daxwiyaniyin taybet de got ku hemû kes qebareya êş û azarên penaberên Sûrî yên li Libnanê dijîn ji ber çewisandina milîsên Libnanî yên girêdayî rijêma Esed dizane, lê tevî ku haya wan ji vê rastiyê heye jî, di van demên dawî de bi dehan kes ji Sûriyê bi qaçaxî ber bi Libnanê de reviyan.
û Idrîs got ku eger rewşa Sûriyê ji ya Libnanê ne xerabtir bûya, Sûrî nedireviyan wê dewletê, ji ber ku ew berê dizanin ku çi fişar û nexweşî dê li benda wan bin, ji ber gotarên afrandina nefretê yên ku ji aliyê kesên ser bi rijêma Esed ve li Libnanê têne belavkirin.
Û ev daxwiyanî hatin piştî ku desthilatdarên Libnanî nîşanên pêleke nû ya derbiderbûna Sûrîyan ber bi xaka Libnanê ve, bi rêya derbasbûna neyasayî re, şopandine.
Û Parêzvanê Be’elbeka Hermel, Beşîr Xidir, ji medyayê re ragihand ku desthilatdarên Libnanî rojane 20 ta 30 malbatên derbider yên Sûrî yê ku derbasî nav axa Libnanê li derdora Arsalê dibin, desteser dikin.
Û Raporên rojnamevanî diyar dikin ku diyardeya çûna xelkê di riya sînor re di hefteyên bûrî de zêde bûye, piştî erdheja ku di 6ê Sibatê de li Sûriya û Tirkiyê xistiye, û xaka Libnanê bûye cihê bi dehan malbatên ku rojane hewl didin ku xwe bigihînin hundirê Libnanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî