Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilehed Istêfo, daxwaz kir ko gerek pabendî bi dîrokên di lîsteya biryarên navdewletî yên taybet bi operasiyona cîbicîkirina veguhastina siyasî hebe.
Istêfo yek ji endamên desteya bilind ya danûstandinên Cinêvê ye, îro got: li Cinêv3 “rêz li dema taybet bi qonaxên danûstandinan nehate girtin û ne jî li 18 mehên ko ji bo qonaxa veguhêz hatibûn danîn”.
Biryara 2254 di movika çaran de dibêje ku qonaxa danûstandinan ji 1ê çileyê paş sala 2016an destpê dike û piştî şeş mehan bidawî dibe, û wê qonaxa veguhêz destpê bike ya ko 18 mehan berdewam dike , lêbelê tiştek ji van pêk nehat.
Istêfo bal kêşand ser ku dubarekirina tiştê sala par çêbû, dê diristiya civaka navdewletî têke ezmûnê de, û miletê Sûrî buhayê wendakirina vê demê ji xwîna xwe dide.
Istêfo tekez kir ko pêşindeya me ya sereke giringîdana naveroka biryarên navdewletî yên ko misogerkirina veguhastina siyasî tekez dikin, û bêtir got ko ecindeya Cinêvê veguhastina siyasî ye ber bi Sûriyeke azad û aram, li ser bingeha dadî û yasayê be.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê bal kêşand ser ko şanda desteya bala ya danûstandinan dê li Cinêvê bimîne ji bo gengeşeya operasiyona veguhastina siyasî bike, wek ko şandyarê navdewletî li ser tekez kir, û agahî da ko “hewildanên rêjîmê ko pêvajoya operasiyona siyasî biguherîne bicih nabin”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî