Cîgirê serokê hevbendiya niştimanî ya sûrî Ebdilehed Istêfo, xweşhaliya xwe anî ziman bi biryara dadgeha holendayê ya derbarê hilanîna pencemohra Dublinê ya penaberên Sûrî yên ku ji danîmarkê xwe li Holendayê girtine, piştî ku Kopinhagin biryar daye ku ew dê hejmarek ji malbatên sûrî vegerîne Şamê û derdora wê.
Û Danîmarkê dîtibû ku deverên sûrî yên di bin kontirola rijêma esed de niha ewle ne, û dest bi rêşûnên koçberkirina penaberên sûrî kiribû, ew jî bû sedem ku hin malbatên sûrî ji tirsa koçberkirinê, ya ku dê jiyana wan tûşî metirsiyê bike, berê xwe dan dewletên ewropî yên dîtir û daxwaza standina mafê penaberiyê ji wan kirin.
Û Istêfo tekez kir ku tiştê Holenda pê rabûye biryareke wêrekî ye, û ev jî diyar dike ku ew ji baştirîn dewletên ku pabendiyê bi yasayên xwe dike ye, ew yasayên ku li ser bingeha rêzgirtina mafên microvan û azadî û dadmendiyê hatine danîn.
Û got ku ev tişt tekez dike ku biryara Danîmarkê şaş û zordarî bû, û jiyana sûriyan dike bin metirsiyê, nemaze ku raporin mafnasî hene tekez dikin ku rijêma esed di rêbaza xwe ya xwînmijî de derbarê sûriyan berdewam e, û bi ser de raporin dîtir hene diyar kirine ku kesên vegeriyane Sûriyê rastî girtin û îşkencê hatine, û hin ji wan li ser destê hêzên rijêmê hatibe kuştin.
Û Istêfo bal kişand ser pêwîstiya ku Danîmark ji biryarên xwe yên li ser bingeheke şaş û ne dirust standine vegere, û ji tevaya dewletên ewropî yên ku penaberên sûrî xwe li wan girtine xwest ku heman rêbazê bişopînin, û nehêlin ku çi penaberê sûrî vegerînin deverên di bin kontirola rijêmê de, û pabendiyê bi tiştê ku Komîseriya Bilind ya Penaberan a Netewên Yekbûyî bikin, ku piştrast dike û dibêje: Sûriya ji bo penaberan ne ewle ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî